Komîteya Aborî ya Dêrazorê jeneratorên avdanê dan komeleyên cotkaran

Komîteya Aborî ya Dêrazorê 6 jeneratorên avdanê dan komeleyên çandiniyê yên gundewarên rojhilat.

Komîteya Aborî ya Dêrazorê jeneratorên avdanê dan komeleyên cotkaran
10 adar, 2021   09:02
DÊRAZOR

Bi armanca pêşxistina rewşa çandiniyê û destekdayîna projeyên çandiniyê yên avî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, Komîteya Aborî ya Dêrazorê jeneratorên avdanê dan komeleyên çandiniyê.

Ev pêngav, di demeke ku dewleta Tirk ava çemê Firatê kêm dike de pêk hat ku nîşaneya karesateke mirovî û zirarkirina mezin li beşa çandiniyê ya li herêma hawiza Firatê ye.

Jeneratorên ku Komîteya Çandiniyê ya bajarokê Hecînê wergirtine , tê payîn ku li van komeleyan werin werin belavkirin; jeneratorek bi hêza hezar û 600 megwat li komeleya Hedawî ya li bajarokê Xeranîc, jeneratorek bi hêza 400 megawat li komelya Laz Xeranîc, jeneratorek bi hêza 600 megawat li komeleya Til Ceebaî ya girêdayî Hecînê, jeneratorek bi hêza hezar û 630 megawat li komeleya Hewame ya Hecînê, jeneratorek bi hêza 400 megawat li komeleya naverasta Hewame û jeneratorek bi hêza hezar û 600 megawat li komeleya Heciyê û Badiyê.

Serokê beşa komleyên cotkaran a gundewarên Dêrazorê destnîşan kiribû ku kêmbûna rêjeya ava Firatê sûcekî dewleta Tirk li dijî gelê herêmê ye û zirarekî mezin li beşa çandiniyê dike.

Serokê beşa komeleyên cotkaran bang li aliyên pêywendîdar û rêxistinên mirovî kir ku destwerdan bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Sûriyê ku avê wekî çek li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne, rawestînin.

(fr)

AMHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9q2Q3hbI00M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>