​​​​​​​Mexdûrên êrişên kîmyawî yên sûrî li Fransayê gilî kirin

Hinek parêzerên ji Fransayê têkildar berpirsyariya hikumeta Şamê bi qetirlkirina bi sedan sivîlan bi çekên kîmyawî, gilînameyek li dijî hikumeta Şamê rakir.

​​​​​​​Mexdûrên êrişên kîmyawî yên sûrî li Fransayê gilî kirin
2 adar, 2021   14:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê parêzerên ku nûnertiya kesên ji êrişên bi çekên kîmyawî li Sûriyê sala 2013`an sax mane, li dijî rayedarên sûrî gilî kirin ku bi kuştina bi sedan sivîlan li herêmekê ku di bin kontrola çekdaran de bû, hatine tawanbarkirin. 12 kes tevlî vê dozê bûne.

Li Fransayê bi hezaran penaberên sûrî hene. Dadger dikarin lêpirsînê vekin da li kijan aliyê cîhanê sûcên mirovahiya hatine kirin an na.

Rûsya û Çîn di Meclisa Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî de rê li pêşiya hewldanên hêzên rojavayî yên ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî li Sûriyê girtin.

Serokê Navenda Ragihandinê û Azadiya Derbirînê ya Sûriyê Mazin Derwîş têkildarî mijarê ji Reutersê re aixîv û got: “Ev gelek girîng e, ji bo ku mexdûr darizandina berpirsên sûcan bibînin.”

Navenda Serjimariyê ya Sûriyê û du rêxistinên ne hikumî (Însiyatîfa Erebî ya girêdayî saziya civaka vekirî û erşîfa Sûriyê) gilî kirin.

Saziyên istixbaratê yên Fransayê sala 2013`an gihaştin encamekê ku êrişeke bi gaza Sarîn li dijî Xûta Şerqiye li rojhilatê Şamê pêk hatiye ku di encamê de hezar û 400 kes mirine û ev êriş jî  ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve pêk hatiye. Lê hikumeta Şamê ev yek red kir.

 (şx)