Komîteya Leşkerî ya Lîbyayê li ser civîna ji bo hikumeta li Sirteyê re erê kir

Komîteya Leşkerî ya Hevbeş (5+5) li ser xwesteka parlamentoya Lîbyayê ya lidarxistina civîna dayîna baweriyê ji hikumeta yekitiya nîştimanî ya Sirteyê re erê kir.

Komîteya Leşkerî ya Lîbyayê li ser civîna ji bo hikumeta li Sirteyê re erê kir
28 sibat, 2021   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Leşkerî di daxuyaniya xwe de bang li serokê parlameniyê kir ku civînekê ji bo dayîna baweriyê ji hikumeta yekitiya nîştimanî ya Sirteyê re ya di 02.26. 2021’an de hatiye derxistin, kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî şêwir û lihevkirina di navbera endamên Komîteya Leşkerî ya 5+5 de, endaman piştrast kir ku cihê civînê li Sirteyê amade û ewle ye, da ku civîna dayîna baweriyê ji hikumeta yekitiya nîştimanî were lidarxistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komîteyê li ser lidarxistina civînê li Sirteyê erê kiriye, ew jî bi sedema rewşên dijwar ên ku welat tê re derbas dibe.

Li dawiyê jî wiha hate gotin: "Lidarxistina cîvînê li Sirteyê û dayîna baweriyê ji hikumeta yekitiya nîştimanî re bi encama hewldana me ya birûxistina şer, parastina yekitiya xakê, yekkirina saziyên wê ye."

(fr)