5’emîn konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk dest pê kir

Bi dirûşma “Bi felsefe û zanista azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve” 5`emîn konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk bi beşdarbûna 90 delegeyan dest pê kir.

5’emîn konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk dest pê kir
26 sibat, 2021   10:10
 QAMIŞLO

5’emîn konfransa Akademiyên Civaka Demokratîk li hola avahiya Meclisa Qanûnsaz a navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê dest pê kir.

90 deleqeyên ji 22 akademiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyên ji Kongreya Star, Komîteya Aboriyê, akademiyên zanistên civakî, rêveberiya zanîngehên Rojava, Meclisa Edaleta Civakî, Partiya Yekitiya Demokratîk, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekitiya Ciwanên Şoreşger, Tevgera Civaka Demokratîk beşdarî konferansê bûne.

Di destpêka konferansê de berdevkê Komîteya Akademiyên Civaka Demokratîk Îbrahîm Eseed bi zimanê erebî û endamê rêveberiya Beşê Lêkolînan Aram Koçer bi zimanê kurdî analîzên rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya avakirina akademiyan xwendin.

Axêveran wiha got: “Sê faktorên sereke yên sîstema neteweya demokraîtk hene; civakeke demokratîk, ekolojîk û aborî. Erka sereke pêkanîna pêwîstiyên fikirî û hêviyên vê sîstemê ye. Ji lew re girîng e ku akademiyên vê sîstemê bi ast û hejmareke guncaw bên avakirin. Wekî ku kadroyên akademiyan bêyî bingehên modernîteya demokratîk tu wateya wan nîn e, bingehên modernîteya demokratîk jî bêyî kadroyên akademiyan tu wateya wan nîn e. Hevgirtin û hevtemamkirin şertekî sereke yê mayîn û serkeftinê ye.”

Piştre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso lidarxistina konferasnê pîroz kir û hêvî kir ku di aliyê akademiyan û perwerdeya fikirî di salên pêş de serkeftin û pêşketin bên bidestxistin.

Hiso di axaftina xwe de piştrast kir ku pêşxistina civakan bi perwerdeyên fikirî yên rastîn û demokratîk pêkan e û got: “Mînaka wê yekê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku berê di bin fikirên desthilatdar û zordestiyê de bûn. Lê bi saya akademiyên civaka demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan civak gihaşt asta têgihîştin û pêşketinê.”

Hiso her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê heta niha projeya neteweya demokratîk û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê napejirîne ji ber ku di civakê de guhertineke fikirî ya dijberî siyasetên hikumetê û fikirên wê yên zordestiyê pêk hat.

Her wiha îşaret bi girîngiya perwerdeyê li herêmê kir û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan banga perwerdeyê û avakirina akademiyên fikirî kir da ku civakeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin û karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe.”

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina akademiyên nû û berdewamkirina dewreyên perwerdeyê.

Konferans hîna didome. Tê payîn ku rapora du salan a xebatên akademiyan bê xwendin û nîqaş li ser bê kirin. Her wiha tê payîn ku sîstema hundirîn û plansaziya kar bê xwendin, nîqaş li ser bên kirin û bê erêkirin.

Akademiyên Civaka Demokratîk ku ji 6`ê Nîsana 2013`an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin, ji girîngtirîn saziyên fikirî û civakî yên li herêmê ne û bi rêya wan akademiyan şêniyên herêmê çalakiyên ronakbîriyê li gorî rêgezên neteweya demokratîk bi pêş dixin.

(cx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z16aUakk4c0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>