Şandeya Koalîsyona Navneteweyî bi rêveberiya sivîl a Siwer re civiya

Bi armanca nîqaşkirina rêbazên piştevaniya di hemû aliyan de, civîneke di navbera şandeyek Koalîsyona Navneteweyî ya Kar û Barên Sivîl, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û nûnerên rêveberiya sivîl a herêma Siwer a bakurê Dêrazorê de hate lidarxistin.

Şandeya Koalîsyona Navneteweyî bi rêveberiya sivîl a Siwer re civiya
Şandeya Koalîsyona Navneteweyî bi rêveberiya sivîl a Siwer re civiya
Şandeya Koalîsyona Navneteweyî bi rêveberiya sivîl a Siwer re civiya
Şandeya Koalîsyona Navneteweyî bi rêveberiya sivîl a Siwer re civiya
Şandeya Koalîsyona Navneteweyî bi rêveberiya sivîl a Siwer re civiya
25 sibat, 2021   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de mijarên girêdayî projeyên xizmetguzariyê û projeyên ku ji ber rewşa bê aramiyê li hin herêman, hîna temam nebûne hatin nîqaşkirin.

Rêveberên herêmê pirsgirkên ku di warê xizmetguzariyê de derdikevin mîna kêmbûna kehrebe û av û tenduristiyê li hin deveran diyar kirin.

Piştre şandeya Koaslîyona Navneteweyî serdana Nexweşxaneya Siwer kir û pêwîstiyên wê qeyd kirin da ku pêşkêş bikin.

ANHA