‘Bi ruhê Seida û Hind em ê rêwîtiya xwe bidomînin’

Jinên Dêrazorê tekez kir ku ew ê li ser şopa her du şehîdan Seîda û Hind bin û diyar kir ku çalakiyên wan ên 8`ê Adarê dê bi dirûşma “Bi ruhê Seîda û Hind em ê rêwîtiya xwe dewam bikin” bin.

‘Bi ruhê Seida û Hind em ê rêwîtiya xwe bidomînin’
24 sibat, 2021   10:13
DÊRAZOR- ELÎ EL-SALIH

Jinên Dêrazorê dê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi ruhê Seîda û Hind em ê rêwîtiya xwe dewam bikin” pîroz bikin.

Têkildarî mijarê, endama Rêveberiya Mala Jinan a gundê Kesra yê rojavayê Dêrazorê Emel El-Abdullah ji ANHA`yê re diyar kir ku dê bi ruhê Seîda û Hind dest bi hemleya 8`ê Adarê bikin.

Emel got ji beriya nêzî 4 salan ve wan ev roj pîroz nekiriye û diyar kir ku bi vê boneyê ew xemgîniya xwe ji bo jinên li herêmên bakurê Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, tînin ziman û sersaxiyê ji malbatên şehîdên jin re dixwazin û wiha got: “Em soz didin em ê rêwîtiya şehîdên xwe dewam bikin.”

'EM Ê RÊWÎTIYA WAN DEWAM BIKIN'

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarên rojavayê Dêrazorê Mehe El-Mecen jî destnîşan kir ku wan bi ruhê şehîd Seîda û şehîd Hind îro dest bi hemleya 8`ê Adarê kiriye û got: “Em ê rêwîtiya wan temam bikin, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”

Endama rêveberiya meclisa gundê El-Hîsan ê rojavayê Dêrazorê Rewaa Mistefa jî da zanîn ku di çarçoveya hemleyê de, konekî çalakiyan li bajarokên Hecîn û El-Sor vedin. Rewaa got ew ê hemleyê dewam bikin û sersaxî da malbatên şehîd Seîda û Hind.

Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Şehrezad El-Casim jî bi bîr xist ku jinên Dêrazorê hemleya 8`ê Adarê bi ruhê şehîd Hind û Seîda ragihandin.

Şerhrezad her wiha daxuyanad ku di çarçoveya hemleyê de wê semîner ji bo hemû jinên Dêrazorê li gundewarê rojhilat û rojava bên organîzekirin, wê rê bên xemilandin, şahî bên lidarxistin, konên folklor bên vedan û dê jinên cil û bergên folklorîk li xwe bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zxYtj_QPcD0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>