`Armanca civîna Astanayê jihevxistina mûzaîka civaka Sûriyê ye`

Yehya Mehmûd diyar kir ku çareseriyên bi rêya kongreyên  ku dewletên herêmî sponseriya wan dikin , pînekirî ne û li gorî pîvana berjewendiyên wan in û got: "Çareserkirina aloziya Sûriyê di destê şêniyên wê de ye û civîna dawî ya Astana ji bo derbekirina projeya Rêveberiya Xweser bû."

`Armanca civîna Astanayê jihevxistina mûzaîka civaka Sûriyê ye`
24 sibat, 2021   08:08
REQA-EHMED EL-ELÎ

Aliyên Astanayê roja çarşema borî li bajarê Soçî yê Rûsyayê, encamnameya gera xwe ya 15'an da û li hev kirin ku ku di navîna 2021'an de civînên Astana 16 li paytexta Kazaxistanê li dar bixin.

Di civînê de xebata komîteya destûrê hat nîqaşkirin. Nemaze piştî ku dewletên garantor ên Astanayê Rûsya, Îran û Tirkiye hatin tawanbarkirin ku di gera xwe ya pêncan de bi bin ketiye. Her wiha gelek dosyayên din wekî; şerê li dijî terorê û zêdebûna êrişên li ser bakurê Sûriyê û redkirin hemû cûreyên rêveberiyên xweseriyan hatin nîqaşkirin.

Serokê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Yehya Mehmûd got: "Aloziya Sûriyê veguherî kongre yan jî komployan, ger em bixwazin adil bin ev komployên ku navnetewebûyîna krîzê dest pê kirin, veguherîn herêmî û piştre jî navneteweyî."

Yehya Mehmûd wiha domand: "Êdî em encamên Cinêvê dibînin ku tu pêşketin çênekirin û piştre bi rêya dewletên herêmê yên wekî Tirkiye û Îranê rêgeha Cinêvê veguherîn Astanayê û xwestin çareseriya Sûriyê li gorî berjewendiyên wan bin."

Yehya Mehmûd da zanîn ku civîna Astanayê tu encam bi xwe re neanî, lê belê pînekirî bû û li gorî nêrînên dewletên herêmî ye û ev nirxandin kir: "Di her carê de tu biryar ji civînê Astanayê dernakevin, piştre ji hev vediqetin û careke din ji bo domandina civînên Astanayê kom dibin, niha gihaştine civîna 15’an. Lê di rastiyê de ev civîn komployeke li dijî gelê Sûriyê ye. Aliyên garantorên Astanayê piştî ku bi serweriya Sûriyê lîstin, dixwazin Sûriyê parçe bikin. Encamên geran neketin xizmeta gelê Sûriyê çi li bakur be çi jî li başûr be, lê belê xizmeta wan kir. "

Yehya  Mehmûd destnîşan kir ku civîna dawî ya Astanayê hewldana derbekirina hevgirtina civakî ya Sûriyê bû, her wiha derbekirina fikira pêşeng a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku ew jî Rêveberiya Xweser e ya ku berjewendiyên gel esas digire. Mehmûd diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser nimûneyeke ji bo rizgariya gelê Sûriyê ye. Lê dewletên garantor bi dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê re dixwazin barê gelê Sûriyê girantir bikin.

Serokê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê wiha axivî: "Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûriyê hewl dide nêrîneke siyasî ya hevpar a gelê Sûriyê çêbike ku bighêjin çareseriyê, ji lew re bang lidarxistina kongreyekî nîştimanî dike ku li Şamê li dar bikeve û hemû aliyên Sûriyê tê de bicivin, der barê çareseriya nîştimanî de li hev bikin û xewnên gelê Sûriyê bi cih bînin."

Yehya Mehmûd piştrast kir ku ew bang li aliyên garantor dikin ku bi pratîkî garantoriya xwe pêk bnin û li gorî berjewendiyên xwe destwerdanê li kar û barên Sûriyçê nekin.

Mehmûd diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê di destê şêniyên wê de ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku MSD’ê baskê wê yê siyasî ye, diyalog û çareserî pêşniyar kirin, lê belê ji aliyên komên siyasetmedaran ve tu bersivek nehat, ew jî bi sedema neserxwebûna biryara Sûriyê ye.

Serokê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê diyar kir ku çareseriya Sûriyê dê ne bi rêya van kongre, panel û rûniştinan be, ji ber tu çareyeke cidî ji aloziya Sûriyê re neanî. Gelê Sûriyê li hundir û derve koçber û pergende bûn û gelê Sûriyê çareyeke adilane ji tevahî aliyan Sûriyê re dixwaze.

Di dawiyê de Yehya Mehmûd got kesê li hemberê daxwazên gelê Sûriyê sekinîne nabe ku aliyekî garantor ê rizgariya wan be, kesên ku çek derbasî Sûriyê kir, nabe garantor û kesê gelê Sûriyê bi balafirên xwe bombebaran kir, ne garantor e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d1zhOk7LNvA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>