Li dijî Fethî Başaxa êrişeke çekdarî

Hate ragihandin ku li dijî wezîrê hundirîn ê hikumeta Terablusê Fethî Başaxa êrişeke çekdarî pêk hat, lê tişet pê nehat.

Li dijî Fethî Başaxa êrişeke çekdarî
21 sibat, 2021   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê eşkere kir ku li dijî erebeya wezîrê hundirîn ê hikumeta Terablusê Fethî Başaxa êrişeke bi guleyan pêk hat. Di encamê êrişê de parêzvanekî Başaxa birîndar bû. Êrişî li herêma Cenzor a rojavayê paytexta Lîbyayê pêk hat.

Çavkaniyekê ji Sky News`ê re ragihand ku di encama bersivdayîna parêzvanan de, êrişkarek hate kuştin û yekî din birîndar bû.

Li gorî hin çavkaniyan, navenda Wezîrê Hundirîn a Wîfaqê ya li Terablusê tedbîrên ewlekariyê girtine û rewş telihev e.

(eh)