Tariq Cewher: Erdogan bi rêya êrişan krîzên xwe derdixîne derve

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Komîteya Çand û Ciwanan a parlamentoya Başûrê Kurdistanê Tariq Cewher got: " Dewleta Tirk di siyaseta derve de di qonaxek tecrîdê ya navneteweyî re derbas dibe û di hundir de jî zext li ser zêde dibin, ji lew re hewl dide bi rêya êrişên li dijî gelê Kurd krîzên xwe derxîne derve."

Tariq Cewher: Erdogan bi rêya êrişan krîzên xwe derdixîne derve
12 sibat, 2021   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN-EMANÎ EZAM

Dewleta Tirk a dagirker di 10’ê vê Sibatê de êrişeke dagirkirinê ya nû li dijî çiyayê Garê pêk anî, tê de balafirên şer û helîkopter û leşkerên xwe bi kar anî. Li aliyekî din jî HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşker ji baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ku di bin serweriya PDK’ê de ne, hatine Garê.

Girêdayî mijarê, şêwirmendê çapemeniyê yê Komîteya Çandê û Ciwanan a parlamentoya Başûrê Kurdistanê Tariq Cewher diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ne nû ne, lê berdewama sûcên dewleta Tirk ên ji salên borî ve ne.

Cewher da zanîn ku êrişên berfireh ên dagirkeriyê li dijî gundên Başûrê Kurdistanê yên bi behaneya şerê li dijî PKK’ê, ji beriya çend mehan ve bûn, lê ji ber demsala zivistanê êriş hatin derengxistin û wiha domand:  "Ji lew re Enqere niha van êrişan bi armanca sûdgirtina ji lihevkirina ku serokwezîrê Iraqê di serdana beriya çend mehan ji Enqereyê re pêk aniye de, berdewam dike."

Cewher wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hewl dide serweriya xwe zêde bike û împeratoriyeke nû li herêmê ava bike. Destpêk ji bakurê Sûriyê bû, dema ku dagirkeriya Tirk di 2019’an gelek herêmên Rojava  dagir kir, piştre dest li Lîbya û Azerbaycanê werda. Ev siyaseta Erdogan a berfirehkirina dagirkeriyê ne nû ye."

Tariq Cewher destnîşan kir ku dewleta Tirk azarên krîzên hundirîn ên siyasî, aborî û ewlehî dikişîne, di pêvajoya Erdogan de demokrasî li Tirkiyê pir bi paş ket û wiha pê de çû: "Girtîgehên wî bi parlamenterên Kurd û rojnamegeran dagirtî ne . Êdî azadiya rojnamegeriyê pir teng bûye û her rojnamvanê ku bifikire Erdogan rexne bike tê girtin. Ev dihêle ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan krîzên xwe yên hundirîn derxîne derve û bi bihaneya PKK’ê, şerê xwe berdewam bike."

Cewher pêşbîn dike ku piştî hilbijartinên Amerîkayê û guhartina siyasetên Amerîka bi hatina Jeo Biden re dibe ku dewleta Tirk di têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re krîzeke rastîn bijî. Dibe ku dewleta Tirk rastî gelek fişarên Ewropa û Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina serweriya wê li herêmê, were. Cewher bi bîr xist ku zêdetirî 50 senatorên amerîkî ji Jeo Biden xwest ku bi dan û standinên tund bi Erdogan re bike û wî neçar bike ku siyaseta qetilkirinê ya li dijî gelê Kurd çi li Tirkiyê, çi li Sûriyê û heta li Başûrê Kurdistanê be, bi dawî bike.

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Komîteya Çandê û Ciwanan a parlamentoya Başûrê Kurdistanê Tariq Cewher piştrast kir ku dewleta Tirk di siyaseta derve di qonaxek tecrîdê ya navneteweyî re derbas dibe û li ser asta hundirîn nêzî hilbijartinan dibe, ji ber vê yekê Erdogan bi hemû kiryarên hewl dide bi êrişên li dijî gelê Kurd serkeftinan di hilbijartinên bê de qezenc bike.

(fr)

ANHA