Leşkerên Tirk ketin nava dorpêça gerîla

Di êrişa dagirkerî ya dewleta Tirk a li Gareyê de, leşkerên ku dema xwestin ji qadên di bin kontrala gerîla derbikevin ji hev qût bûn û li zeviyê winda bûn. Balafirên şer ên Tirkiyê jî herêmê bombe dike.

Leşkerên Tirk ketin nava dorpêça gerîla
12 sibat, 2021   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê ku agahiyên dispêre çavkaniyên gerîla, leşkerên Tirk ên di êrişa li ser Gareyê de ketin nava dorpêça gerîla. Leşkerên ku xwestin ji qadê derbikevin ji hev qût bûn û li zeviyê winda bûn. Çavkaniyan gotin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî herêmê bombe dike.

Çavkaniyên gerîla diyar kirin ku ji bo gerîla li leşkeran nexe herêm tê bombarankirin, vê gavê jî 3 caran li herêmên Siyanê û Ergenê yên Gareyê û 6 caran jî Tepeyê Egîd hate bombebaran û hîn tevgera balafirên şer berdewam e.