Jinên ciwan ên Dêrikê bi meşekê soza xurtkirina têkoşînê da

Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrikê bi dirûşmeya" Na ji dagirkeriyê re,  dem dema tolhildanê ye û teqez em ê bi ser bikevin" xwepêşandanek li dar xist û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Jinên ciwan ên Dêrikê bi meşekê soza xurtkirina têkoşînê da
Jinên ciwan ên Dêrikê bi meşekê soza xurtkirina têkoşînê da
Jinên ciwan ên Dêrikê bi meşekê soza xurtkirina têkoşînê da
Jinên ciwan ên Dêrikê bi meşekê soza xurtkirina têkoşînê da
Jinên ciwan ên Dêrikê bi meşekê soza xurtkirina têkoşînê da
Jinên ciwan ên Dêrikê bi meşekê soza xurtkirina têkoşînê da
4 sibat, 2021   16:20
QAMIŞLO

Bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li çerxerêya Asayîşê ya li naverasta bajarê Dêrikê kom bûn û xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêr li kolanên bajêr geriyan û sloganên"Azadî ji rêber Abdullah Ocalan re, na ji gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" berz kirin û pankartên bi nivîsên "Na ji îxanetê re" û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Ciwanên Suryan û Yekitiya Jinên Ciwan rakirin.

Xwepêşandan li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger veguherî mîtîngê û li wir deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Armanc Jînda axivî û got: "Em ê rê nedin êrişkaran ku erdê Rojava qirêj bikin, em ê li dijî gefên li ser herêmên me bisekinin û çi were xwestin em ê bikin."

Armanc wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi rihê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û bi dirûşmeya 'Na ji dagirkeriyê re, dem dema tolhildanê ye û teqez em ê bi ser bikevin` em ê têkoşînê heta rizgarkirina hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bikin."

Piştî axaftin bi dawî bû, ciwanên şoreşger ji agir stêrk çêkirin. Çalakî bi stranên Koma Cûdî û gerandina govendê bi dawî bû.

(eh)

ANHA