Di navbera desthilata Filistînê û Hemasê de nakokî gur dibin

Li Difa Xerbiye û Xezayê, beriya lidarketina hilbijartinan, pêngavên girtinê di navbera desthilata Filistînê û tevgera Hemasê de pêk tên.

Di navbera desthilata Filistînê û Hemasê de nakokî gur dibin
1 sibat, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku nûnerên komên Filistînê, di nav de jî Fetih û Hemas, li paytexta Misirê Qahîreyê kom bûne, da ku serkeftina hilbijartinan misoger bikin, pêngavên girtinê dest pê kir.

rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê ragihand ku ruxmî axaftinên girêdayî lidarxistina hilbijartinên giştî yên nû li Filistînê, lê desthilata Filistînê û tevgera Hemas alîgirên hev li Difa Xerbiye û Xezayê tengav dikin.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên filistînî û wiha da zanîn: “Hêzên ewlehiyê yên desthilata Filistînê li Difa Xerberiyê bi tawana endamtiya Hemasê 5 kes girtin, yek ji wan rojnamevanekî ji Nabulsê Emîd Şihadê ye.”

Li gorî çalakvanekî hiqûqî yê filistînî, ji tevgerên desthilata Filistînê diyar dibe ku di pêkanîna hilbijartinên azad de ne cidî ne.

Li aliyekî din di hefteya borî de rayedarên filistînî yên li Ramallahê, Hemas bi domandina pêngava li dijî endamên Fetihê li Xezayê, tawanbar kirin.

Hemasê di demeke berê de diyar kiribû ku ew amade ye tev li hilbijartinan bibe. Tevgera Cîhad a Îslamî ya li Xezayê mîna berê hilbijartin boykot kir.

(şx)