Komên girêdayî hikumeta Wîfaqê li dijî encamên civînên Cinevê derketin

Komên alîgirên hikumeta Wîfaq ya Lîbyayê ragihand ku ew encamên diyaloga siyasî û hikumeta ku tê payîn ava bibe, red dikin.

Komên girêdayî hikumeta Wîfaqê li dijî encamên civînên Cinevê derketin
1 sibat, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro civînên dawîn ên diyaloga siyasî ya Lîbyayê li Cinêvê bi armanca diyarkirina rêveberiya siyasî ya nû ku pêvajoya demkî heta dema lidarxistina hilbijartinan bi rê ve dibe, li dar dikevin. Gelek komên çekdar encamên van civînan red kirin û ketin nava liv û tevgerê.

Bi sedan çekdar bi karwanekî wesayîtan ji herêma rojava a welêt ber bi paytexta Lîbyayê Terablusê ve çûn.

Van koman pêkanîna yekitiyê, çareserkirina pirsgirkên xwe, vekirina rêyan di navbera herêman de, piştgiriya vegera koçberan ragihand. Her wiha bang li Serac kir ku meclisa serokatiyê ji nû ve ava bike û “Hikumeta Wihde” ava bike heta dema lidarxistina hilbijartinan.

Komên çekdar ên alîgirên Serac, di daxuyaniya xwe de hemleya li herêma rojava ku wezîrê karên hundir Fethî Başaga dê bide destpêkirin, red kirin.

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê jî piştrast kir ku ew piştgiriya her nêrînekê dike ku gelê Lîbyayê nêzî hev dike û aloziyê çareser dike.

(şx)