Rojnameyên erebî: Tu sedemên mayîna komîteya destûrê nemane

Rojnameyên erebî yên îro der barê têkçûna xebata komîteya destûrê û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê û aloziya Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Tu sedemên mayîna komîteya destûrê nemane
1 sibat, 2021   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BINKETINA KOMÎTEYA DESTÛRÊ GUMANÊ DI BERDEWAMA KARÊ WÊ DE ZÊDE DIKE’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: “5 civînên komîteya destûrê ya Sûriyê der bas bûn, di nava 15 mehan de, bêyî ku tu pêşketin di karê vê komîteyê de pêk bê. Lewma gelek derdor êdî der barê girîngiya berdewamkirina wê de bi guman in û dibêjin ku êdî ji bilî derbaskirina demê û gera di xeleka vala de tu karê din ê komîteyê tune ye.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ê ku her tim geşbîn bû der barêpêvajoya civînên berê de, êdî ew jî bê hêvî ma û bêhêvîbûna xwe anî ziman û çend caran dubare got “Êdî em nikarin bi vî awayî berdewam bikin”.

Ev hestên têkçûnê êdî di nava şandeya opozîsyonê de bû sedema neçariyê, yek ji endamên şandeyê bi navê Ewed El-Elî vê dawiyê ji erkdariya xwe îstiîfa kir, her wiha got pêvajoya hevdîtinên ji bo destûrê vala ye.

Çalakvanên li dijî rejîma serok Beşar El-Esed dibêjin civaka navdewletî der barê rawestandina hevdîtinên têkiladarî destûrê de berpirsyar e, ji ber ku guh nedaye aloziya Sûriyê bi giştî, lê belê berpirsyariyeke mezin dikeve ser mile liyê opozîsyonê, ku tê gotin ji armancên xwe yên sereke dûr ketiye û bûye alav di destê planên hêzên derve de.”

‘TIRKIYE PIŞTGIRIYA ÇARESERIYA LÎBYAYÊ DIKE (!) Û ÇETEYAN BI RÊ DIKE’

Der barê destwerdana dewleta Tirk ji bo Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Duh serokatiya Tirkiyê ragihand ku ew bi hêvî ne ku dê pêvajoya rageşiya Lîbyayê bi dawî bibe û di demeke kurt de hikumeteke demkî were avakirin. Lê di heman demê de, di hin raporan de hate eşkerekirin ku Enqere amadekariyan dike da ku çeteyên komên çekdar ên Sûriyê yên nêzî xwe, bi rê bike Lîbyayê da ku piştgiriya hikumeta Wîfaqê bikin li dijî artêşa Lîbyayê ya nîştimanî.”

‘LUBNAN… LI TERABLUSÊ XWEPÊŞANDAN’

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Duh dîsa li bajarê Terablusê yê bakurê Lubnanê, piştî çend rojên aramiyê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de pevçûnan rû da.

Hêzên ewlehiyê bombeyên gazê avêtin nava xwepêşandêran, piştî ku xwepêşandêran kevir avêtin avahiya hikumetê ya li navenda Terablusê.

Artêşa Lubnanê diyar kir ku hêzên wan 17 kes ji ber ku milkên giştî xerab kirine û bombeyên molotofê avêtine hêzên ewlehiyê, hatine girtin.”

(kn)