Cemîl Bayik: Divê kesek nebe şirîkê qirkirinê - 2

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik got, divê kesek nebe şirîkê qirkirinê, xizmetê siyasetên Erdogan û Bahçelî neke û qirkirina gelê Kurd pêş nexe.

Cemîl Bayik: Divê kesek nebe şirîkê qirkirinê - 2
30 ÇILE, 2021   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivî. Beşa duyemîn a hevpeyvîna Cemîl Bayik wiha ye:

Piştî van hevdîtinan tê gotin ku wê dewleta Tirk êrişî Şengalê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê bike, ji xwe ev du mehe êrişên li ser Eyn Îsayê jî berdewam dike, armanca van êrişan çiye û wê çibe? Yek jî hûn şoreşgerekin û nêzî 50 salî ye hûn li vê xakê têkoşînê dimeşînin, heta ku PDK yan jî hevkarên wê alîkarî nedin dewleta Tirk a dagirker, êrişekî wisa gengaz e. Ji ber ku tecrûba Efrînê û Girê Spî jî heye. Yek jî dema ku êrişekî wisa pêk were pêwîst e gelên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê çi bikin?

Niha mirov bal bikişîne, heyeta Hûlûsî Akar hat Iraqê û Başûrê Kurdistanê hevdîtin çêkirin ev tê ziman. Diyare ku ev heyetên ku hatine hevdîtin çêkirine hinek biryar girtin e. Ger pêkve biryarek ne girtiban, plan û proje pêş nexistiban wê ev axaftin ne hatiban ziman. Demek ku bingehek ê wê heye, ev hatina Hûlûsî Akar amadekariya wê ye, zemînê wê amade kir. Bi hevdîtinan ew zemîn çêkirin û li ser wî bingehî tevger dikin, ji bo wê ew axaftin tên ziman, dibêjin Tirkiye wê êrişî Şengal, êrişî Dêrîk bike û Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin. Tê wê wateyê ku hinekan soz daye ku pêkve alîkarî kirine û hinek plan pêşxistine, ev tên axaftin. Her kes dizane ji xwe li Eyn Îsa ev çend mehe şer heye û Tirkiye dixwaze dagir bike û gelê Rojava jî li dijî vê disekine. Ji berî wê jî Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî dagir kir. Niha li wê derê Kurdan derdixin çeteyan dixin wan deran, talanan dikin. Yanî dixwazin bi temamî wê derê bixe dibin xizmeta xwe, vêya herkes dizane û dibîne. Dîsa her kesek dizane dema ku Tirkiye êrişî Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî kir ENKS jî li cem wan bû. hîn jî ENKS li cem wane, ENKS hesabê li gel Tirkiyê dike ku Tirkiye cihên din jî dagir bike, ji bo ku şoreşa wir tesfiye bike. Wisa hesab dikin ku dema şoreşa wir tesfiye bibe ew ê li wê derê desthilatiya xwe bimeşînin, di xewnên wisa de ne. Eger ku Tirkiye dixwaze ji bo êrişî Şengal, Rojava, Herêmên Parastinê yên Medya yê bike ji çi sûd werdigre, li hinek Kurdên ku bi wan re hevkariyê dikin. Yên ku bi wan re casûsiyê dikin ku ji wan sûd werdigrin û bi alîkariya wan dixwazin wan hedefan pêk bîne. Ger ku ew nebin ne gengaze ku Tirkiye pêngavekê li wan deran bavêje. Ji xwe li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê dorpêçek heye. Kê ew pêşxistiye, PDK’ê ye pêşxistiye, ev bi meh û salan e. PDK ev bingeh ava kiriye. Niha Tirkiyê li Hewlêrê bi PDK’ê re civiya, bi hev re nîqaş kirin, lihev kirin, plan pêşxistin û niha li ser wê dimeşin. Ger PDK, ENKS, Kurdên sîxûr û xayîn xizmet nekin Tirkiye nikarin wan gavan bavêjin, ev ne gengaz e. Ger ku davêjin jî li ser wan van gavan tavêjin, pêwîst e gelê me baş bizanibe. Ger Tirkiye van gavan biavêje, yek ji bi kê diavêje, bi hinek dewleta, yanî dibêjin Koalîsyona Navnetewî li Iraqê jî heye li Sûriyê jî heye. Ger ev dewlet alîkariya Tirkiyê nekin, çavê xwe negrin, teşwîq nekin ne gengaze ku Tirkiye ji bo wan deran pêngavan bavêje, ne gengaze jî hêzekî wan a wan ewqas nîne. Ger ku Tirkiye dixwaze li van deran dagirkeriya xwe pêş bixe, ji PDK, ENKS, hinek Kurdên xayîn û hêzên navneteweyî sûdê werdigire, li ser vî bingehî van pêngavan davêje. Pêwîst e gelê me van tiştan bibîne. Ev dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe pêşiya Tirkiyê vedikin alîkariya Tirkiyê dikin, bêexlaqiyek mezin dikin. Bi temamî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin gelê Kurd bikin qurban ev bêexlaqiyeke. Gelê me pêwîst e ku vê jî bizane, wisa ji vane bawer nekin, ne bêje ku ev wê alîkariyê bidin me, ev ji bo berjewendiyên xwe hemû tiştan dikin, Efrîn li ber çavan e, Girê Spî û Serê Kaniyê li ber çavan e. Îro Eyn Îsa li ber çavane, yek jî dengê xwe dernaxe, ji ber ku berjewendiyên xwe esas digrin. Ev wisa azadiyê, demokrasiyê, mafê mirovan ji bo berjewendiyên xwe dide bikaranîn.

Pêwîst e gelê me di vir de şiyar be, bikeve ferqê. Pêwîst e dewleta Tirk bi alîkariya van dewletan bi alîkariya PDK’ê, sîxûrên nava Kurdan de êrişê bikin. Gelê me pêwîst e ji bo vê amade be. Li her cihî, li gel dewleta Tirkiyê kî dibe bila bibe ku êrişan bike, pêwîst e li dijî êrişan raweste, berxwedanê bike. Ji derveyî berxwedanê rêyek din ji bo gelê Kurd nîne, pêwîst e rêyeke din nede pêş xwe, ew mirina Kurd çêdike. Tenê ya ku Kurdan bide jiyîn berxwedaniya gelê Kurd e, ger ku naxwazin bibin kole, ger ku naxwazin ji holê rabin; dixwazin bi azadî bijîn wê demê pêwîst e bi berxwedanê xwedî li xwe derbikeve. Li dijî dijmin berxwedanê bikin, dibe ku zor û zehmetiyê bikişîne, dibe ku bedela bide, lê belê tenê bi vê dikare xwe bide jiyîn. Ger ku vê neke rojekê nikara bijî, ev rastiyek e. Ji bo ku bikare berxwedaniya xwe xurt pêş bixwe jî pêwîst e yekîtiya xwe xurt bike, bi xwe bawer bike, li ser destkeftiyên xwe têkoşînê pêşbixe, çareseriyê di xwe de bigere û di xwe de pêş bixe, ne ji derveyî xwe ne bi destkeftiyên hineke din. Dikare di nava xwe de têkiliyan çêbikin, ne ku bi wan bawer bikin û bi destkeftiyên wan têkoşînê bikin. Bawer kir çi hate serî li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê her kesî dît, îro li Eyn Îsayê. Ger ku wisa berdewam bike wê sibe li Şengal, Mexmûr û Dêrikê bibîne. Her tiştî bi berxwedanê dibe, bi berxwedanê pêş dixe, ji bo wê pêwîst e vê ji bo xwe bingeh bigre; ji zor û zehmetiyê netirse, ji bedelan netirse. Jin be, zilam be, ciwan be herkesek pêwîst e di berxwedanê de cih bigre, bi hêzên parastinê re li dijî êrişan, dagirkeriyê rawestin, ji derveyî azadiyê tişteke din qebûl ne. Ji ber ku tenê ew gelê Kurd dide şiyarkirin.

Di demekê de ku dewleta Tirk evqas êriş dike û we jî nirxand bi berfirehî û planên êrişên girantir jî dike, di nava Tirkiyê û ji derveyî Tirkiyê di nava hewldanên êrişê de ye, hêzên demokrasiyê li Tirkiyê di bin êrişên dewleta Tirk a faşîst de ne. Lê dîsa jî qala reforman tê kirin. Tevgera we berê nirxandin li ser kirin lê niha hinek rayedarên Ewropa, Emerîka ji ber ku guhertin di wan de çêbûye, pêşketin di wan de çêdibin dewleta Tirk dibêje; ezê van pêş bixim. Weke berdevkê Ewropa Wezîrê Karên Derve yê Almanya got ku Tirkiye van gavan bavêje; ‘em dikarin têkiliyên xwe bi wan re xurtir bikin.’ Yanî tiştekî wisa Tirkiye dikare bike, yan jî ev gotinên reformê tê çi wateyê hûn çawa dinirxînin?

Ger ku xwastin pirsgirêkên Kurd bi siyasî bi rêya demokratîk çareser bikin, di vê mijarê de pêngav avêtin, dîsa li Tirkiyê di aliyê demokratîkbûyînê de pêngav avêtin wê wextê mirov dikare bêje rast e, reforman dikin, wê bikin. Lê belê niha tiştekî wisa nîne, tiştekî wisa nîne ger ku tiştek wisa nebe mirov wê çawa ji wan bawer bike û mirov wê bêje Erdogan, Bahçelî wê reformê li Tirkiyê bikin ev bi temamî xapandin e. Çima? Ji ber ku tehşîr bû bi siyaseta ku hate meşandin. Ketin zor û zehmetiyan, dîtin ku li Emerîka jî di desthilatiyê de hinek guhertin çêbû siyaseta ku Trûmp dimeşand wê ne meşînin, tehsîra wê, wê li ser Ewropa jî wê çêbibe. Ji bo vê qurnaziyê dikin, dixwazin herkesê bixapînin û bêjin; ‘em dixwazin reforman li Tirkiyê pêş bixin,’ herkesê bixapînin hem li hindur hem li derve jî ku herî zêde dixwazin bixapînin. Ji bo ku bikaribin siyaseta xwe bimeşînin ku li desthilatdariyê bimeşînin. Ji ber ku bi vî şeklî dawiya wan tê. Her ku diçe lewaz dibe, ew jî dibînin ku ger hinek guhertinan nekin, xapandinan nekin nikarin di desthilatdariyê de bimînin, di desthilatdariyê de bi şer dimînin. Ji ber ku bê şer nikarin bimînin û dixwazin şer jî berdewam bikin. Wê çawa berdewam bikin, ger ku gotin; ‘em reforman pêş dixin alîkariya me bikin’; dema ku xapandin wê demê dikarin alîkariya wan wergirin, rûyê xwe veşêrin, şer jî berdewam bikin û bi wê yekê re bikarin li ser desthilatê bimînin. Armanca wan ew e. Pêwîst e ku tu kes xwe bi wê yekê ne xapîne. Wane reforman li Tirkiyê pêş naxin, di bin navê wê de vê şer hê bêhtir xurt bikin. Yasaya ku dixwazin pêş bixin, yasaya şer e. Ne yasayê demokrasî û ya pirsgirêka çareser bike ye. Lewma divê tu kes bi wan tiştan bawer neke. Di vir de dixwazim tiştekî din jî bêjim; çi dema ku wana behsa reformê kiriye, piştî wê hîn zêdetir demokrasî ji holê rakirine û hê xurtir faşîzm, nijadperestî û şovenîzm pêşxistine. Ger mirov li dîroka wan temaşe bike dikare vê yekê bi hêsanî bibîne. Ji bo ku rûyê xwe veşêrin, siyaseta xwe bidomînin, li desthilatê bimînin û armancê xwe pêkbînin wê yekê pêwîst dibînin. Her kesê welê hesab dikir ku wê fam nakin. Dibe ku berê dixapandin, lê piştî wê saetê ne pêkane ku bikarin kesê bixapînin. Di dîroka Tirkiyê de tu desthilatek mîna desthilata AKP-MHP û Ergenekonê ewqasî li dijî gelên Tirkiyê şer pêş nexistiye, civak perçe nekiriye û di civakê de teslîmiyet, sîxurtî, îşkence, komkujî, bê edaletî, talan û xerac wergirtin pêş nexisitye. Yên ji deveyî AKP û MHP’ê sûcdar dibînin û hemûyan xayîn dibînin. Ji ber wê hemûyan digrin. Yên ku siyaseta demokratîk bi rêvedibin jî hemûyan digrin û ceza dide wan. Wate li Tirkiyê tiştek bi navê qanûn û huqûq tuneye. Tenê em wê nabêjin, li Tirkiyê jî gelek kes wê yekê tînin ziman û heta di cîhanê de jî gelek kes wê yekê bilêv dikin. Qanûn jî di nav de her tişt Erdogan û Bahçelî ye. Herî zêde jî Bahçelî birêve dibe. Bahçelî çi dide ber AKP’ê, AKP jî wê pêk tîne. Siyaseta Bahçelî li Tirkiyê birêve dibin. Siyaseta Bahçelî siyaseta faşîzmê ye. Ew desthilatiye çi esas digre, tenê netewê Tirk û Îslamiyetê. Ji derveyî wê tu neteweyek, ol û mezhebekî din qebûl nake. Dixwaze ji holê rake. Wê yekê di pratîkê de jî pêş dixe. Ji derveyî xwe her kesê/î dijmin û xayîn dibîne û dibêje ku divê ji holê bê rakirin. Pratîka wê jî li ser vî esasê tê rêvebirin. Di dîroka Tirkiyê de darbeyên leşkerî û faşîstî çêbûne, lê wan weke yên niha ewqasî li dijî civakê şer pêş nexistine. Niha wezîrê karê derve yê Almanya dibêje ku Tirkiye dixwaze hin pêngavên baş biavêje; ger ku pêş bixe ne tenê Almanya wê wek hemû Ewropa alîkariya Tirkiyê bikin. Wate ji bo berjewendiyê xwe wê dibêje. Ne tenê bi xwe dixwaze alîkariya Erdogan û Bahçelî bike, belku dixwaze Ewropa jî alîkarî bike. Ji ber ku rolekî xwe ya li Ewropayê heye û bandorek xwe li ser wê heye, lewma dixwaze Ewropa jî bikişîne vê yekê. Bi temamî berjewendiyê xwe esas digre. Wate li Tirkiyê faşîzm heye, qirkirin heye, demokrasî nîne… wê hesab nake û tenê berjewendiyê xwe esas digre û hesab dike. Yê ku bi axaftina wan bawer bike, divê bizanin ku ew berjewendiyê xwe esas digrin. Wane dibin hevparê qirkirinê. Pêwîst e ku mirov wana welê fêm bike û nas bike. Divê kesek nebe şirîkê qirkirinê, xizmetê siyasetên Erdogan û Bahçelî neke û qirkirina gelê Kurd pêş nexe.

Di dîrokê de Almanya xizmetê qirkirina Cihûyan û Ermeniyan kir. Niha jî pêwîst e ku xizmetê siyaseta qirkirina Kurdan neke û tu kesê/î nekêşîne vê siyasetê. Ger ku bi rastî dixwazin karekê bikin, pêwîst e ji bo demokratîbûyîna Tirkiyê bikin û alîkariya hêzên demokratîk û Kurdan bikin. Ne ku alîkariyê bidin yên Kurdan, hêzên demokrasiyê û sosyalîstan ji qirkirinê re derbas dike, ger wê yekê bikin, wê çaxê dibin şirîkê wê. Wê di dîrokê de jî bi vî rengî bên naskirin. Divê tu kes wê yekê neke. Pêwîst e her kes bizane ku demokratîkbûyîna Tirkiyê ji ketina wê desthilatê re derbas dibe. Dema ku ev desthilate birûxe wê demê vê li Tirkiyê demokratîkbûyîn pêş bikeve. Yên demokratîkbûyîna Tirkiyê dixwazin pêwîst e alîkariyê vê yekê bikin û li gel vê cih bigrin. Bi taybetî gelê Kurd, gelên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û yên sosyalîst pêwîst e bi wan axaftinan bawer neke. Ger ku li dijî wê desthilatiyê têkoşîna xwe xurt bikin û çawa vê desthilatiyê bi dawî bikin, vê çaxê Tirkiye wê nefesekê bigre û Tikriye ber bi demokratîkbûyînê biçe.

Li hemberî rejîma faşîst, qirker û dagirker, 4 demsalan bê navber berxwedaniyek tê kirin, gerîla li çiya û li deşt û bajaran jî bi taybetî jin û ciwan çalakiyên bi bandor li dardixin. Herî dawî yekeyên Tolhildanê li Antalyayê çalakiyeke bi bandor kiribûn ku ket ragihandinê jî. Di aliyê din de jî li Tirkiyê weke we nirxand ku faşîzm gihîştiye lûtkeyê, HDP’ê bi girtinê gef dikin, li rojnamevan û siyasetmedaran dixin û digrin. Hûn vê rewşa dawî çawa dinirxînin?

Niha gerîla qehremaniyê dike, bi wê minasebetê ez gerîla silav û pîroz dikim. Her wiha şehîdan jî bibîr tînim, hurmetê raberî wan dikim û ew soza ku me dayî wan jî ez dubare dikim. Eger gerîla qehremaniyê neke, berdêlan nede, zêde kes nînin ku li hemberî faşîzmê û siyaseta wan a qirker bisekine. Ev rastiyek e. Gerîla ruh dide hem gelê Kurd, hem tevahî gelê Tirkiyê û hêzên demokrasî û azadiyê. Di wan de bawerî çêdike. Hêviya wan ava û bilind dike. Ji ber wê ew hukumeta faşîst û qirker hemû derfetên xwe bi kar tîne û ji derve de jî hin alîkariyê werdigre, lê dîsa jî nikare encam bigre. Sedema bingehîn ya encam negirtina wî berxwedaniya gerîla ye. Gerîla erkê xwe pêk tîne. Hemû bar niha ketiye ser milê gerîla. Ji ber wê ye gerîla berdêlên giran dide. Divê her kes vê bibîne. Dibe ku hin kes bêjin ku pêwîst e gerîla ewqas berdêlan nede, madem ku dixwazin gerîla ewqasê berdêlan nede, wê demê pêwîst e erkên xwe pêk bînin. Dikarin li bajaran, li gelek cihan û li deştan li dijî desthilatdariya faşîst têbikoşin. Bi gelek rêbazan dikarin pêk bînin. Ger wisa be wê çaxê hemû bar nakeve ser milê gerîla. Barê gerîla sivik dibe û gerîla dikare wê demê hê baştir têbikoşe, li berxwe bide û darbe li dagirkeriyê bide. Her wiha eger PDK xizmetê siyasetê dagirkeriya Tirk neke, gerîla dikare hê zêdetir darbe li dewleta Tirk bide. Ew yek dikeve xizmeta gelan û demokratîkbûnê pêş dixîne. Eger li Tirkiyê demokratîkbûyîn pêş bikeve, ne tenê wê xizmetê Kurdên Bakur û gelên Tirkiyê bike, belku xizmetê hemû beşên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn bike. Li şûna ku xizmetê siyasetê qirker bikin, bila xizmetê gerîla bikin. Wê çaxê gerîla tola her kesî radike, rastî ev e. Binêrin, pandemî pêşket û gelek kesan ji ber wê çalakiyên xwe rawestand, lê gerîla ranewestand. Heta di nava wan şert û mercan de berpirsyiartî girt ser milê xwe. Bi berpirsiyartî rabû û tekoşiya. Eger ku berdêlên giran dan, yek sedema wê jî ev e. Pêwîst e her kes wê yekê bibîne. Vaye çima ji ber pandemiyê gelek tişt qedexekirin; ji ber ku gerîla bi tenê bihêlin da ku gerîla zehmetiyan bibînin, berdêlên giran bide û nekaribe rolê xwe bilîze. Lê dîsa jî gerîla xwe ji bin berpirsiyartiyê neda kêlekê. Çiqasê giran dibe bila bibe, çiqasê berdêl mezin bin bila bibin jî bi berpirsiyartî tevgeriya. Lewma ji bo her kesê erkekî pîroz pêkanî. Divê her kes wê yekê bibîne. Eger ku îro her kes li ser piyane û bi keramet dijî, ew di encama vê de ye. Lewre divê her kes xwe deyndarê gerîla jî bibîne. Ji bilî gerîla, êrişê dibin ser HDP’ê. Ne tenê êrişê HDP’ê dikin belku êrişê hêzên demokrasî û azadiyê û yên sosyalîst dikin. Gelek ji wan hêzan di nava HDP’ê de cih digrin, lewma esas êrişê HDP’ê dikin. Ger ku HDP bê bandor bikin tê wateya bê bandorkirina hemû hêzên demokrasî, azadî û yên sosyalîst.

Bêbandorkirina gelê Kurd û gelê Tirkiyê ye. Wê demê li hemberî wan alternatîfek namîne. Yên li dijî wan bisekîne, rexne bike û hesab bipirse wê nemîne û dikarin bi hêsanî desthilatiya xwe bidomînin. Ger ku êrişê HDP’ê dikin ji ber vê yekê ye. HDP jî li berxwe dide, serê xwe ji wan re na tewîne û dibêjin; ‘em natewînin.’ Ji ber ku serê xwe li hemberî wan natewîne û teslîmê wan nabe, her ku diçe hê zêdetir êrişê HDP’ê dikin. Her ku zêdetir êrişê HDP’ê dikin, gelê Kurd, Tirk û hêzên demokrasiyê jî xwedî li HDP’ê derdikevin û nahêlin ku siyasetê wan encam bigre. Ji wê jî pir aciz dibin. Yanî dibêjin; ‘çawa dibe, ewqasî em êrişê wan dikin, lê ew teslîm nabin û berdewam dikin.’ Ji vê yekê pir aciz dibin. Pêwîst e HDP û yên di navê de cih digrin jî, hêzên demokrasî, azadî, sosyalîst, Kurd û tevahî li dijî siyasetê wan xwedî li HDP’ê derkevin. Hîn zêdetir xwedî derkevin. Wê demê siyasetê wan vala derdikevê û demokrasî qazanc dike. Ger ku Bahçelî û hin kesên weke wî dibêjin ku pêwîst e HDP’ê bê girtin, sedema wê heye. Ji ber ku dibînin ku eger HDP neyê girtin, ger hilbijartinek çêbibe wê ew têkbiçin. Ew wê dibînin, ji ber ku her roj dihelin. Her ku diçe HDP xurt dibe. Hêzên demokrasiyê, her çiqasê em bêjin komê ser hevdu nebûbe û bi serê xwe be jî, lê xurt dibe. Vê dibînin, bikevin hilbijartinê wê winda bikin. Ji bo hilbijartinek nebe bi ser HDP’ê ve diçe. HDP’ê bigirin wê bikarin wisa hilbijartinê çêbikin û wisa encam bigirin. Ji ber ku HDP’ê hebe û bikeve hilbijartinê ew ê nikaribin qezenc bikin. Ji bo vê êrişî HDP’ê dike. Wateya vê naxwazin li Tirkiye hilbijartinê bikin. Girtina HDP’yê ya kirina rojevê ew e. Di bin vê de ew armanc heye, divê her kes vê fam bike û bibîne. Ji bo wê li Tirkiye, niha gelek hêzên demokrasiyê hene. Her kesek bi xwe mijûl e. Nikarin bigihêjin hev, nikarin eniyeke demokrasî, hêzekî demokrasî li dijî vê desthilatê ava bikin. Her kesek derdikev, dibêje; ‘AKP-MHP her roj zehîf dibe,’ rast e; lê madem zeîf dibe wê vê çawa bixin, wê çawa demokrasiyê li Tirkiye pêş bixin, vê esas nagirin. Bi axaftinan li dijî AKP-MHP’ê hinek axaftin dikin. Di pratîkê de pêngavek li dijî wan navêjin. Bi vî rengî muxalefet nabe. Ev muxalefeta axaftinê ye. Muxalefet enceq bi pratîka xwe dibe muxalefet. Yên ku li dijî AKP-MHP’ê tekoşîna demokrasiyê xurt neke, eniya wê xurt neke, wê têkoşînê li her cihî pêş nexîne; nikare bibe muxalefet. Nabe muxalefet jî. Xwe muxalefet jî bibîne, ti carî ew nabe muxalefet. Ji wê muxalefetê AKP-MHP fêde dibîne. Hêzên demokrasiyê fêde nabîne. AKP-MHP çiqas zeîf bibe bila bibe, wê nikare bixe, ew nakeve. Ji xwe naxwazin desthilatê jî berdin. Ji bo wê gelek rêxistin çêbûn, her roj tehdîdan jî dikin, dibêje, yên ji bo demokrasiyê tekoşînê bike, li kolanan rabin, em ê; ‘Serê wan jêbikin’ vê eşkere dibêjin, tehdîd dikin. Di vir de, ew hêzên demokrasiyê yê redîkal kîn e, ev jî hê zêdetir ên çep in. HPD ew in. Divê ev pêşengtiyê demokrasiyê bikin di partîkê de. Divê ev yekîtiya xwe çêbikin, di partîkê de ji bo demokrasî têkoşînê bikin. Eger wana ew pêngav pêşxist, ew bandorê li ser demokrasiyê yên din jî dike, dikare wan jî bixe tevgerê. Eger hêzên redîkal ên demokrasiyê, yekîtiya xwe çêneke, ji bo demokrasiyê di pratîkê de xurt neke, ti carî li Tirkiye nikare eniyeke demokrasiyê pêş bixe, çêbike. Hêzên demokrasiyê çiqas xurt be bila bibe, AKP-MHP çiqas zeîf be bila bibe, dîsa yê li ser desthilatê bimîne AKP-MHP ye. AKP-MHP jî bimîne, ji bo kesê jî jiyanê nahêle. Niha AKP-MHP ne tenê kesan digire, cezayê giran didin, ne tenê saziyan digirin, talanê dike, xeracê werdigire, bertîlan digirin. Li gel wê tiştên din jî dike ku wê çawa HDP’ê parçe bike, çawa Elewiyan parçe bike. Çawa partî û sazî dîsa muxalefeta heyî parçe bike, li ser vê jî kar dike. Bi vî rengî dixwaze hemûyan bêtaqet bike,zeîf bike ku kes nikare li ber wan bisekin. Ti alternatîf nebe, her kesê teslîm bigire. Tenê ew li ser desthilatê bimînin ku bikarin Tirkiye li gorî kêfa xwe biguherînin vê jî bi herkesê bidin qebûlkirin.

Pêngava we dayî destpêkiri, we got; ‘Dema dema azadiyê ye’ bi awayekî bi bandor li Kurdistan û Ewropayê dewam dike. Dostê Kurdan jî li gelek aliyên cîhanê piştgirî dikin. Niha qonaxa vê pêngavê çiye? hûn vê binirxînin. Li aliyê din li Kurdistanê çalakiyên bandor hene, taybet li Mexmûr, zindanan li Ewropayê çalakî hene hûn vê çawa dinirxînin?

Niha pêngava me pêşxistî di nava gelê Kurd de, li hemû beşan li derve ji aliyê dostê Kurd ve şiyarbûnek çêkir. Ruhek di wan de da avakirin. Lê ev ne bes e. Divê ev hê zêdetir bê pêşxistin, hê zêdetir bê xurtkirin. Çima? Ji ber ku xeteriya li ser gelê Kurd hê dawî nebûye pêşî nehatiye girtin. Ew xeterî hê nehatiye valaderxistin. Xeterî berdewam in. Heta vê dawiyê bi heyeta Hûlûsî Akar, hatina wî ya Bexda û Hewlêr vê xeteriyê zêdetir kir. Divê bi vê pêngavê pêşiya vê xeteriyê bi temamî bê girtin, xeterî li ser Kurdan nemîne. Ji bo Kurd ji şerê cîhanê yê sêyan feydeyê bibîne, bikare azadiya xwe bi dest bixe. Ji ber ku îmkanê vê hene, rê nede kes bi vê bilîze. Wisa bikare encam bigire. Ji bo wê jî ev şiyarbûna ku çêbûye, rêya ku çêbûyî, zindîbûn û hêviya çêbûyî divê di pratîkê de bi gelek şêwazan pêş bikeve. A ku tê xwestin ev e. Niha, gelê me li kû dibin bila bibin, her kesek divê ser vê bisekine, bifikire. Bêje, ev pêngav pêngava min, ezê vê pêngavê çawa pêş bixin. Li ser vê bi roj û şev bifirkire. Çi ji destê wan bê divê bikin. Divê texsîr nekin. Kes li derveyî vê pêngavê xwe nebînin. Nebêjjin; ‘ev pêngav derveyî min e’ eger wisa nêzîk bibe xwe di mirinê de dibîne. Ew wê ji bo wan mirin be. Her kesek divê di pêngavê de cih bigire, weke pêngava xwe bibîne û erka xwe jî pêk bîne. Wê çawa pêk bîne? Dikarin bi xwe vê tesbîd bikin û pêk bînin. Ji ber ku şertê hemû beşan û derve neweke hevin. Dikarin li gorî wê binirxînin, li gorî herêm û cih dikarin bi kîjan rêbazan çalakiyê pêş bixin û bikevin çalakiyê. Mînak dostê Kurdan ên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin, li welatê xwe gelek çalakiyan pêş dixin. Heta wan çalakiya li welatê xwe derdixin û li welatên din jî dostên xwe tevlî çalakiyan dikin. Li Îngîltere, Spanya, Efrîka Başûr ketine nava tevgerê. Li Îtalyayê şaredarî ketine tevgerê. Li Misrê rewşenbîr û nivîskar di şexsê wan de Erebên Kurd ketine nava tevgerê. Eger mirov pêngavê weke pêngava xwe bibîne, mirov dikare wê wextê bi gelek şêwazan çalakiyan pêş bixe. Niha li zinanana pêngavek pêş ketiye, her kes dibêje; ‘em li pişt wê ne, em alîkariya wê dikin.’ Ev şaş e. Yanî zindan di dîrok de li her demê bi erka xwe rabûye. Niha jî pêk tîne û wê pêk bîne. Erka zîndana ne ku vê pêngavê dane ser milê xwe ye. Divê her kes vî barî bide ser milê xwe. Hê zêdetir ê derve vê bide ser milê xwe. Ev pêngav li derve bimeşin. Yên zindanê dikarin alîkarî bikin. Ê niha, hinek aliyan ve mirov dibîne ku ew erk xiste ser milê zindanan. Dibêjin; ‘Zindan pêşengtiya vê dikin, em jî alîkarî dikin’ ev ne rast e. Divê ev bê rastkirin. Divê yên derve vê pêngavê pêş bixin. Barê zindanan sivik bikin. Zindan jî bikarin alîkariya vê bikin ku ev pêngav pêş bikeve. Niha hemû mirovê Kurd, dostên Kurd wê vê pêngavê çawa pêş bixin, divê vê bifikirin. Ne bi tiştên çêbûyîn qane bibin, bêjin bes e; ‘me zindîbûnek çêkir, pêngav hinek dimeşe jî, her ku diçe fireh dibe li qada navneteweyî. Ev têra me dike.’ Ev şaş e. Sînorê vê pêngavê nîne, ev pêngav ne ji bo wextekê hatiye pêşxistin. Ev ji bo her wext û cihî ye. Bi her awayî mirov dikare pêş bixe. Niha divê kes nebêje; ‘pandemî heye, dewleta tedbîr wergirtiye em nikarin çalakî xurt pêş bixin.’ Divê vê nekin sedem. Rast e, dewletan ew kiriye hincetek gelek tedbîr pêşxistine, bi vê dixwazin civakê teslîm bigirin, muxalefetê teslîm bigirn, tevgerên şoreşgerî teslîm bigirin, kes li dijî wan têkoşîn nekin. Her ku diçe jî ev tê famkirin. Li dijî wê jî disekinin. Mînak, qanûnê ku dewleta wergirtî hinek qebûl nakin, divê neyê qebûlkirin jî, ji ber ku ev civak teslîmgirtine, hêzên demokrasî, azadî û edaletê teslîmgirtine. Ji bo wê dewlet û deshilata gotin ev ji bo me fersende, divê em bikar bînin û bikar jî tînin. Heta gelek jî sermayedaran jî di vê pêngavê de gelek qezencên xwe jî mezin kirin. Hinek jî belkî bi çend qat mezin kiriye. Ji ber ku nahêlin civak bikeve tevgerê. Her kesê jî bikar tînin. Hem jî weke dilê xwe bikar tînin. Ji bo wê divê gelê Kurd vê qebûl nekin. Li gel vê nebêjin; ‘li Tirkiyeyê hikmek faşîst heye, vê hikumê faşîst qanûnê pandemiyê jî pêşxistiye, gelek tişt qedexe kiriye, em nikarin tiştekî bikin.’ ev ne rast e. Heta daxwaziya Erdogan-Bahçelî ev e. Çima faşîzmê bê sînor pêş dixin, çima gotin, ‘pandemî ji bo me fersende ku em encam bigirin,’ ji bo vê gotin. Ji bo pêşiya gelê Kurd bigirin, pêşiya hêzên demokrasî, azadiyê bigirin ji bo ku têkoşînê nekin ji bo bikarin wan parçe bikin û zextê li wan bikin û teslîm bigirin. Desthilata xwe bikarin dom bikin, ji bo wê divê kes van hinceta ji bo xwe esas negire, li dijî van bisekin, vê pêngavê xurt pêş bixe. Ev pêngav pêngava azdiyê ye. Di navenda wê de azadiya Rêber Apo heye. Azadiya Rêber Apo pêşxistin, ne tenê azadiya şexsekî pêşxistine. Di şexsê Rêber Apo de azadiya gelê Kurd pêxistine, ne tenê li Bakur li hemû beşan e. Azadiya gelê Rojhilata Navîn pêşxistiye. Azadiya li cîhanê yê ku bo demokrasî û azadiyê têkoşîn dike, ji bo wan ew hêvî û îmkane mezin kir. Azadiya Rêber Apo xizmeta vê dike. Rêber Apo ji bo wê têkoşînê dike, bo gelê Kurd, mirovahiyê nirxê mirovahiyê mezin dike, ji bo wê divê gelê Kurd jî hêzên demokrasî, azadiyê jî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bike ku bikare bigihêje hedefa xwe azadî û demkrasiyê.