Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Til Şayir re xwestin

Şêniyên kantona Hesekê di bin konê sersaxiyê yê Hevseroka bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê gotin armanca ji sûcên têne kirin ku aramî, ewlehî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de, xira bibe.

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Til Şayir re xwestin
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Til Şayir re xwestin
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Til Şayir re xwestin
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Til Şayir re xwestin
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Til Şayir re xwestin
27 ÇILE, 2021   14:02
HESEKÊ

Meclisa kantona Hesekê bi dirûşmeya "Hûn ji bo şikandina îradeya me û têkbirina azadiya me, me dikin hedef, lê berxwedan û têkoşîn armanca me ye" konê sersaxiyê ji bo hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya Şedadê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve, veda.

Konê sersaxiyê li qada Şehîd Arso ya li taxa El-Nasra ya bajarê Hesekê hatiye vedan. Bi bin kon de wêneyên şehîdan, ala QSD û Kongreya Star hatine daleqandin.

Bi dehan ji şêniyên kantona Hesekê, navçeyên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên PYD û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li konê sersaxiyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/01/27/113936_smr-alabd-allh.webp

Di bin konê sersaxiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah wiha axivî: "Şehîd Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr bi şêwazekî dermirovî ji aliyê terorîstan ve hatin qetilkirin."

Semer El-Abdullah destnîşan kir ku armanca ji kuştina her du jinan, xirabkirina aramî, ewlehî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de ye.

Semer El-Abdullah bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku di yek rêzê de li hember komployan bisekinin û destekê bidin QSD`ê.

/ar/uploads/files/2021/01/27/114018_nwrwz-abdw.webp

Paşê bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûryê Newroz Ebdo axaftin hate kirin û wiha hate gotin:" Rola jinê di avakirina civakan de sereke ye. Îro ji aliyê hêzên zulmkarî tê hedefgirtin û armanca vê yekê ku îradeya wê bişkîne. Em weke Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tekez dikin ku em ê her tim şopdarên rêya şehîdên ku ji bo azadî û rûmeta gelên herêmê canê xwe feda kirine, bişopînin."

/ar/uploads/files/2021/01/27/114001_abd-alslam-hsw.webp

Bi navê PYD`ê ya bajarê Hesekê Abdullselam Hiso destnîşan kir ku armanca çeteyan ji şêwazên qirêj ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne, ji ber şoreşa ku jin têde tine be şoreşeke kême û nikare pêş bikeve.

Konê sersaxiyê wê heta saetên êvarê didome.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pSZhs8ZLChc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>