Li Şehbayê têkildarî tundiya li ser jinan komxebatek hate lidarxistin

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma "Ji hemû cureyên tundiyê re ku civakê dike arman em dibêjin na" komxebatek li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.

Li Şehbayê têkildarî tundiya li ser jinan komxebatek hate lidarxistin
Li Şehbayê têkildarî tundiya li ser jinan komxebatek hate lidarxistin
Li Şehbayê têkildarî tundiya li ser jinan komxebatek hate lidarxistin
Li Şehbayê têkildarî tundiya li ser jinan komxebatek hate lidarxistin
Li Şehbayê têkildarî tundiya li ser jinan komxebatek hate lidarxistin
22 ÇILE, 2021   16:02
ŞEHBA

Komxebat  li hola Çand û Hunerê ya Axîn Welat a navçeya Fafîn a Şehbayê bi beşdarbûna 150 endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê û Helebê  hate lidarxistin.

Hola komxebatê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên  "Jin jiyan azadî", "Serhildana jinên ciwan tolhildan e" û "Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye.. biparêze" hatibû xemilandin

Komxebat bi du beşan hate bi rêve birin. Mijara yekem tundiya li ser jinê û ya duyem jî zewacandina bi temen biçûk e.

Beşa yekem a komxebatê ya derbarê tundiya li ser jinan de, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cebo ve hate bi rêve birin. Rihab behsa dîroka tundiya li ser jinan kir û wiha got: "Jin dayika xwedawend bû, civak, jiyan û mirovahî bi rêve dibirin û bi saya wê civak bi ewle, azad û rêxistinkirî bû û dûrî tundiyê bû. Lê bi dîrokê re jin rastî gelek şikestinan û şer di navbera herdu zayendan de hat. Şikenandina yekem bû sedema şikestina civakê, herî zêde jin para xwe ji nakokiyên mirovahiyê girtin û li ser wê her cure tundî hate meşandin û ji maf û nasnameya xwe bê par hatin hiştin."

Rîhab Cebo diyar kir ku gelek cûreyên tundiyê hene û wiha rêz kir" Malbatî, axaftin, cinsî, aborî û siyasî û hwd.."

Her wiha bal kişand ser rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jin tê nasîn. Bi şoreşê re jinên Sûriyê dikarîn xwe bi rêxistin bikin û di her qadan de rola xwe bi cih bînin."

Piştre sînevîzyonek li ser zewicandina di temenê biçûk de hate pêşandan.

Beşa duyeîn a derbarê zewicandina di temenê biçûk de ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî ya Efrînê Zehrîban Hisên ve hate şîrovekirin.

Di dawiyê de pêşniyar hatin girtin, ji wan:

- Ji bo ku jinên ciwan bi zanebibin, dê girîngiyê bidin xwendinê.

- Ji bo wekheviya di navbera her du zayendan de dê têbikoşin. 

-Divê elaqeyeke mezin bi mafên jinên ciwan bê kirin û werin parastin.

-Jinên ciwan di beşa siyasî, civakî û jiyanî de rolê sereke bigirin. 

-Ji bo bidawîkirina deyardeya zewicandina di temenê biçûk de divê qanûn werin dayîn.

-Hişyarkirina bi xeteriya zewicandina di temenê biçûk de.

-Ji bo pêşxistina behreyên zarokan û jinên ciwan divê plan werin dayîn.