​​​​​​​Rûspiyê eşîra Bekîr a li Dêrazorê, tecrîd û êrişên Tirkiyê li herêmê şermezar kir

Rûspiyê eşîra Bekîr a li Dêrazorê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got "Dewleta Tirk siyaseteke qirêj li herêmê dimeşîne."

​​​​​​​Rûspiyê eşîra Bekîr a li Dêrazorê, tecrîd û êrişên Tirkiyê li herêmê şermezar kir
21 ÇILE, 2021   02:41
DÊRAZOR-ELÎ SALIHM

Rûspiyên eşîrên li Dêrazorê, tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dike, şermezar kir.

Girêdayî mijarê, rûspiyê eşîra Bekîr a li Dêrazoê Meşan El-Abdullah wıha got: "Tevahî gelên li herêmê, sûcên dewleta Tirk ên tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan, şermezar dikin."

El-Abdullah îşaret bi siyasetên dewleta Tirk kir û wiha domand: "Dewleta Tirk nûnertiya Osmanî û vegerandina hegamoniyê li herêmê dike. Lê gelên herêmê, destwerdan û sûcên wê şermezar dikin."

El-Abdullah êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsa, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Efrîn, Girê spî şermezar kirin.

Rûspiyê eşîra Bekîr El-Abdullah da zanîn ku ew der barê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê de bigûman e û wiha pê de çû: "Bêdengiya dewleta Tirk a agirbestê têkildarî êrişan, metirsiya li ser lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de çêdike."

El-Abdullah li dawiyê got ku ew êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD’ê dikin.

(fr)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n6wv1D-M1d0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>