Koçberên Efrînê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin

Bi nêzbûna salvegera 3’yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê, şêniyên herêma Efrînê berê xwe da Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Koçberên Efrînê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin
Koçberên Efrînê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin
Koçberên Efrînê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin
19 ÇILE, 2021   20:11
ŞEHBA

Bi boneya salvegera 3’yemîn a êrşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, bi dehan şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, berê xwe da Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya li Şehbayê, da ku mûman li ser gorên Şehîdan pêxistin. 

Şêniyan li goristanê, deqeyeke rêz girt, piştre mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û diyar kir ku dê Efrînê rizgar bikin û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin û li warên xwe vegerin.

(fr)

ANHA