Şêniyên Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê 11 şehîdên ku di dem û dîrokên cuda de, di meha Çileyê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Şêniyên Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
18 ÇILE, 2021   12:14
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê merasima bîranîna 11 şehîdên HPG, QSD, YPG û YPJ`ê li hola El-Siyahî ya li navçeya Tirbespiyê organîze kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Hac Ferhan di merasîmê de anî ziman ku şehîd nirxê herî pîroz in ji ber ku xwe feda kirin da ku gelê Bakur û Rojhilatê di nava aştî û aramiyê de bijîn. Ferhan diyar kir ku şehîd rêya azadiyê ronî dikin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqetên şehîdan hatin xwendin û tevî wêneyan radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/93b2L_BzFE8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>