Artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê nuqteyeke din ava kir

Artêşa Tirk a dagirker li Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir.

Artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê nuqteyeke din ava kir
18 ÇILE, 2021   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Nuqteya leşkerî li bajarokê Qestûn ê Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên dewleta Tirk a dagirker nuqteya leşkerî li nêzî gundê Afis ê bakurê bajarê Seraqibê ava kir.

SOHR`ê diyar kir ku avakirina nuqteyê li gel tevgerên zêde yên komên alîgirên Îranê li Seraqibê, pêk hat.

Bi vê yekê hejmara nuqteyên leşkerî dewleta Tirk a dagirker li Idlibê bû 64.

(bx)