Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist

Îro Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist, tê de kar û xebatên di 2020’an de pêk anîne nîqaş kirin û pêşniyarên nû ji 2021’an re pêşkêş kirin.

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
16 ÇILE, 2021   18:50
QAMIŞLO

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li hola civînan a li Goristana Şehîda Delîl Sarûxan a li Qamişlo bi diruşma "Bi rihê Sara em ê têkoşînê bilind bikin û rêber Apo rizgar bikin" li dar xist. Di civînê de kar û projeyên ku 2020’an pêk hatine hatin nîqaşkirin û gelek pêşniyarên ji 2021’an re hatin pêşkêşkirin.

Di civînê de endamên komîteyên jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, nûnerên ji Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Gerînendetiya Kar û Barên Şehîdan û Desteya Kar û Barên Civakî û kantona Qamişlo amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed li ser pêşdeçûnên siyasî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser komployên ku hikumeta Şamê û Rûsyayê, li dijî QSD’ê pêk tîne, axivî. Remziye Mihemed da zanîn ku hikumeta Şamê û Rûsya komplo û fişaran li dijî QSD’ê pêk tînin, da ku ji Eyn Îsayê bi der kevin û radestî hikumeta Şamê bikin.

Remziye Mihemed piştrast kir ku dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi helwestên xwe yên li dijî dagirkirinê, vîn û berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re bisepînin.

Piştre endama rêveber a rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mizgîn Ehmed xebatên ku di 2020’an de pêk anîne, nirxandin.

Li aliyekî din jî, astengiyên par hatin nîqaşkirin, gelek pêşniyarên nû ji sala bê re hatin pêşkêşkirin, jê jî lidarxistina civînan ji dayik, xweşk û birayên şehîdan re, vekirina navneda zarokên şehîdan a zanakirin û geşkirina behreyên wan, bi taybet li navçeya Dirbêsiyê, ji wê zêdetir jî lidarxistina konferansa salane ya hevjînên şehîdan.

Li dawiyê, endamên rêveber ên rêveberiya Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê piştrast kir ku dê tevahî pêşniyarên ku hatin pêşkêşkirin, lêkolîn bikin û dê di kongreya 2’yemîn a hevjînên şehîdan a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ku tê payîn di bihara bê de were lidarxistin, werin ragihandin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I1n1j4Tlcz4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>