‘Em xaka xwe bernadin, em ê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin’

Meclisa navçeya Til Rifetê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî navçeya Til Rifetê ku bi hezaran koçberên Efrînê lê bi cih bûne û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wê yekê, şermezar kirin.

‘Em xaka xwe bernadin, em ê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin’
14 ÇILE, 2021   13:46
ŞEHBA

Şênî û endamên komîn û saziyên herêma Efrînê li navçeya Til Rifetê kom bûn û êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan, şermezar kirin.

Endama meclisa navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê Fatime El-Helaq daxuyanî xwend û got: “Bi navê gelê berxwedêr ên navçeya Til Rifetê, bi navê her welatiyekî Sûriyê welatparêz û bi axa xwe ve girêdayî û bi navê kesên ku xwe fedayî ax, rûmet û namûsê kirin, em ji bajarê Til Rifat sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên hovane yên li dijî gelên herêmê şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tu roj derbas nabin bêyî ku dagirkeriya Tirk sûcên xwe yên topbaran, kuştina zarokan û rûxandina avahiyên tenduristî pêk bîne. Dagirkeriya Tirk li eniyên şer û qadan de şer nake û sûcên xwe li diji sivîlan pêk tîne, ji ber vê yekê jî ew dijmineke tirsonek e."

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Rojane dewleta Tirk a dagirker sûcên nû li dijî gelê Sûriyê, pêk tîne. Ev yek li pêşberî çavên civaka navneteweyî tê kirin, bêyî tu welatek an rêxistineke navneteweyî tu biryaran bidin an van sûcan şermezar bikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên li ser xaka Sûriyê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan in.

(dm, dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5B-7Sw3EVhk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>