Zelal Amed: Jiyana Sakîne, Leyla û Fîdan kurtedîroka jinan e

Zelal Amed ku hevrêya Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan e, têkoşîna her sê jinan wiha vedibêje: "Ew bûne pireya têkoşîn, nasname û azadiya jinan û têkoşîn, armanc û şoreşa azadiya jinan veguhast sedsala 21’emîn.”

Zelal Amed: Jiyana Sakîne, Leyla û Fîdan kurtedîroka jinan e
10 ÇILE, 2021   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Zelal Amed destnîşan kir ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ji ber peywir, nasname û nirxên xwe bûne hedef û got dê şopdarên wan tecrîdê bişikînin û ji berpirsan hesab bipirsin û jiyanek azad ava bikin.

Di salvegera 8’emîn a şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zelal Amed her sê şehîd bi bîr anîn.

Zelal Amed wiha dest bi gotinên xwe dike: “Min heval Sakîne di sala 1998'an de dema ku ew li Ewropayê bû, nas kir. Wê demê ew hat serdana cihê ku ez lê dixebitîm. Me sohbet kir û demeke xweş derbas kir. Wê dixwest me yek bi yek nas bike. Wê dema ku li me guhdarî dikir, li çavên me dinihêrî. Em jî pir kêfxweş dibûn. Hevdîtinek bi pêşengeke jin re ku dîroka berxwedana Kurdistanê dîtiye û nivîsandiye, hesteke cuda bû. Yekem tiştê ku bala min kişand, dilnizmiya wê, axaftinên wê yên ji dil û samîmî bûn.”

‘MIN DÎT KU BERXWEDÊR Û ŞERVANEKE BÊEMAN E’

Dîsa, dema ku ji me re behsa rêber Apo dikir, me digot qey ew ji cem Rêber veneqetiyaye. Ger em bipirsin ka jin bi rêber Apo re çawa ne, em dikarin bibêjin ku bersiva têkiliya bîrdozî-siyasî-exlaqî ya ku heval Sakîne bi Rêbertî re ava kiriye û her wiha hizr û hest e. Armancên hevpar, xewnên hevpar, têkoşîna pratîkî ya jin, gelan û hemû bindestan û dilsozî û hezkirina domdar a lêgerîna nû û azadiyê pîvana sereke ya têkiliya di navbera mirovan de ye. Têkiliyên din têkiliyên koletiyê ne. Dilsoziya heval Sakîne wiha bû. Ez gelek caran bûm şahid ku çawa heval Sakîne şervan û berxwedaneke bêhempa bû li hember koletiyeke herî biçûk jî. Dîsa, vegerandina mirovan ji xeletiyên wan û qezenckirina wan ji sedemên jiyana wê bûn. Wî efû dikir. Pir caran, em ji ber xeletiyên hev zû dev ji mirovan berdidin. Lê heval Sakîne dev ji ya rast bernedida. Helwesta wê ya li dijî neheqiyê jî pir girîng bû. Ev taybetmendiyên heval Sakîne, di tevgera PKK’ê de rêgezeke Rêbertiyê ne."

‘BERDEVKA BINDESTAN’

Sakîne Cansiz hem ji damezirînerên PKK’ê, hêza pêşeng a têkoşîna azadiya Kurdistanê û tevgera jinên azad a Kurdistanê ye, hem jî jina leheng a şoreşger, siyasetmedar, avakara jiyanek azad a Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Di 1980’yan de pêşenga berxwedana zindana Amedê bû. Sakîne Cansiz pêşengek e ku dizane bibe berdevk û hêza tolhildanê ya bindestan li dijî qirkirina çandî-siyasî ya li ser jinan û gelê Kurd, li ser bingeha Komkujiya Dêrsimê.”

Zelal diyar kir ku wê di destpêka salên 2000'an de di perwerdeya jinan de Fîdan Dogan (Rojbîn) nas kir û destnîşan kir ku wê bi kesayetiya xwe, tevgera exlaqî û prensîbî û hêza xwe ya axaftinê gelek bal kişandiye û wiha pê de çû: "Ew pir enerjîk bû. Ew bi awayekî çalak beşdarî semîneran bû. Ew bi qasî jîrbûna xwe, ramanwereke  kûr û pirreng bû jî. Ji hêla tevlêbûna xwe ya jiyanê ve bala her kesî dikişand. Helwesta dilxwazî ​​ya mirov watedar e ku van taybetmendiyên xwe bi kar bîne. Ji vê re 'jiyanîkirin' tê gotin. Li vir, hêza hevala Fîdan jî xwedî vê îradeyê bû. Ew ê ne tenê rûniştiba û bigota 'bila her kes min bibîne'. Wî hêza xwe kir ku bixebite, anku hem bi xwe hem jî bi zanebûn û hem jî bi ked, rêxistin û çalakî. Vê yekê hişt ku ew di jiyanê de ji hêla her kesî ve were hîskirin, hebûna xwe bibîne û wateyê bidiyê. Keyfxweşiyek bû ku mirov bi wê re pirsgirêkan nîqaş bike, ji ber ku wê her tim ji milê çareseriyê ve li pirsgirêkan mêze dikir, ji ber ku ew jineke şoreşger bû ku ji bo çareserkirina wan dest bi xebatê kir. Bi kesayeta xwe ya ciwan û gihîştî, ew rêveberek bû ku hevalên wê pê bawer bûn.

Fîdan Dogan êşa gelê xwe yê ku rastî komkujiyan hat û ji axa Elbistanê ku lê ji dayik bûbû, veqetand û ji jiyana kapîtalîst re serî netewand tevî ku ew li Ewropayê mezin bûbû. Bersiva komploya 15’ê Sibata 1999’an da û xwe kir karmendeke jin a şoreşê û bîrdozî û perspektîfên rêber Apo bi jin û gelên cîhanê dan nasîn. Ew jineke dîplomat a Kurd bû ku berjewendiyên neteweyî yên Kurdan li dijî serdestan diparastin. Şopdara hevala Sakîne bû.”

‘LEYLA… BI ROJ TAVA ME, BI ŞEV STÊRKA ME YE’

Zelal Amed diyar dike ku wê Leyla Şaylemez di hin semîner û çalakiyên tevgera ciwanan de nas kiriye û diyar kir ku ew ji malbateke welatparêz e û bi van hevokan qala Ronahiyê dike:  "Weke jineke ciwan, ew ji hîlebaziya baviksalariyê, netirsiya. Leyla bi roj tava me, bi şev stêrka me ye ku meşa me ya pêşerojê ronî dike.

Hevrê Leyla Şaylemez di pêşengiya ciwanên Kurdistanê û nemaze jinên ciwan de bi ser ket û di nav tevgera ciwanên Apocî de veguherandiye helwesta jinên dilsoz, fedakar a Amedê di hişmendî, rêxistin û têkoşîneke bêhempa de. Hevrê Leyla di heman demê de şopdara hevrê Sakîne û Fîdan e.”

Zelal Amed diyar kir ku jiyana her sê jinên şehîd kurtejiyana Kurdistan û dîroka jinan e û got: "Her wekî hevala Sakîne jî gotiye "jiyana wan her tim şer bû". Her sê jin bûne pirek ku têkoşîna azadiyê ya jinan û nasname, helwest û armancên şoreşgerî yên jinan veghastin sedsala 21'an."

Zelal, bîranîneke xwe ya bi Sakîne Cansiz re wiha vedibêje: “Li gel me heval Leyla Wan hebû. Ez wê meşa dirêj a ku me li çiyayên bihûştê yên Kurdistan  ji bîr nakim. Em her sê bûn. Cihê ku em ê biçûnayê, dûr bû. Lê wan bedewiyan, zindîtiya xwezayê nedihişt ew mesafe were bîra me. Axaftina me, henekên me dema ku me bêhna xwe vedida, bîranînên têne bîra me, şehîdên ku em li ser rêya wan diemşin... Li ser rêya me çemek hebû. Me bi destê hev girtibû. Heval Sakîne ji min re got “Xeyal bikin ku em niha ji çemê Hezil derbasî Bakur dibin. Bifikirin ku em gihîştin Botan, Amed, Dêrsimê... " Dûre got "Binihêrin, têkoşîna me diyariyeke herî baş dide jinan, şansek ku xewnên xwe pêk bînin." Bi hezaran jinên mîna heval Sakîne li ber xwe dan şansê ku xewn û xeyalên me li her dera çiyayên me, bajaran û her deverê pêk bînin, afirandin. Ez tu carî meşa bi wê re û kena wê ya xweş ji bîr nakim, ew meş ji bo min mîna perwerdeyeke akademîk bû.”

‘AZADIYA JINAN JI AV Û NAN GIRÎNGTIR E’

Zelal diyar kir ku yek ji damezirînerên tevgera azadiya jinan a Kurdistanê Sakîne Cansiz, di her warî de girîngiyeke mezin dida jinan ku bibin pêşeng û wiha pê de çû: "Wê azadî ji jinan re ji nan û avê bi nirxtir didît. Ji bo wê pir girîng bû ku jin bîrdozî-siyasî, civakî û çandî bin û xwe perwerde bikin. Ew beşdarî kîjan xebatê bibûya, xeta azadiya jinan temsîl dikir.

Paradîgmaya nû ya rêber Abdullah Ocalan ku li ser bingeha azadiya jinan û şoreşa jinan hat damezirandin, îdiaya wî ya paradîgmayê xurttir kir. Ew ji rastiya kole û jinên bêçare û her wiha derewîn û zilamê zalim hêrs dibû. Wê bawer dikir ku divê her du zayend jî di vê wateyê de têkoşîna azadiya jinan qebûl bikin. Wê bawer dikir ku dê zilam jî li dijî pergala baviksalar tê bikoşin. Di vî warî de, wê bawer dikir ku li şûna têkoşîneke ku tenê bi jinan tê sînorkirin, dê têkoşîna civakîbûnê sûdmendtir be. Ew ê bi hevalên xwe yên mêr û hem jî hevalên xwe yên jin re nîqaş bike, şer bike û azadiyê teşwîq bike.”

‘JI BER MÎSYON, NASNAME Û NIRXA XWE KIRIN HEDEF’

Zelal Amed Komkujiya Parîsê wek "berdewama komploya 15'ê Sibata 1999'an, yek ji wan komployên herî bi êş û dijwar ên ku têkoşîna azadiyê ya 40 salî pê re rû bi rû maye" bi nav kir û gotina rêber Abdullah Ocalan "Kî ez revandim û birim Îmraliyê, wan ev komkujî kir.” bi bîr xist û wiha got: "Em soz didin ku dê ew hêzên komploger hesab bidin. Ev ji bo me hemûyan erkeke rûmetê ye. Her sê şoreşgerên jin ji ber wezîfe, nasname û nirxa xwe bûn hedef. Heval Sakîne damezirînera têkoşînê û yek ji yekemîn hevrêyên rêber Abdullah Ocalan e. Nasnameya jinan, bi hev re nasnameya Kurd û elewîtiyê, berhema nasnameyên hemû bindestan e ku li dijî kolonyalîzmê tê koşiyan. Peyama ku ji rêber Apo, jin û gelên me re hatiye dayîn, ew e; ‘li ber xwe nedin, têkoşînê rawestînin’.

Dîsa, dema komkujiyê, serdemek e ku lêgerîn û gavên destpêkirina çareseriya aştiyane-siyasî ya pirsgirêka Kurd dest pê kiribû. Çareseriya demokratîk û aştiyane ya ku wê demê dixwest were destpêkirin, xwestin asteng bikin û hewldana derbeya leşkerî hate kirin. Dewletên ku pirsgirêka Kurd afirandiye, xwest peyama "Heke em nexwazin, çareserî çênabe" bidin. Wan ev bi hevkariya Gladio-MÎT’ê kir.

‘DARAZA FRANSA Û EWROPAYÊ GUMANBAR E’

Bûyer li Fransayê qewimî. Dewleta Fransa deyndarê dadê ye. Ew dewlet baş dizanin ku berbirsyar MÎT û Tayîp Erdogan in, ku wan komkujî erê kir. NATO jî vê yekê dizane. Lê belê, çawa ku ew faşîzma Erdogan û hevkariya wan a qirêjî li Rojhilata Navîn û êrişan ji bo berjewendiyên xwe qebûl dikin, di vê rewşê de ew sûcên hev jî vedişêrin. Van hêzan Şerê Sêyemîn ê Cîhanê daye destpêkirin. Ew hêz Rojhilata Navîn bi tevahî wêran dikin. NATO hevkar e. Dadgeh û daraza dewleta Fransayê û Ewropayê di vê wateyê de di bin gumanê de ye. Lê çi qas hewl dan ku wê veşêrin jî, bûyer ji jinan û gelê Kurd re ronî bû. Yên ku ev sûc kiriye, dê berpirsyar bin. Şoreş bi xwe dadgeh in. Şoreşa Rojava dadgehek e ku gel tê de dadmendiyê ava dikin û parastina xweseriya demokratîk dikin. Gerdûnîbûna têkoşîna azadiya jinan hesabpirsîneke dîrokî ye.”

‘ŞOPDARÊN WAN DÊ JIYANA AZAD AVA BIKIN’

Zelal Amed diyar kir ku dewleta Tirk ji jinan, Kurdan û kedkaran nefret dike û wiha domand: “Hêzên pergala serdestiya mêran bi hovane êriş dikin. Ji ber vê yekê ye ku li dijî wan berxwedaneke mezin nîşan didin. Tirseke wan a mezin ji berxwedana jinan heye. Jinên ku vê yekê pir baş dizanin û şopdarên hevrê Sakîne, Leyla û Fîdan in, di têkoşîna azadîxwaz û birêxistinbûyî de bêtir bi biryar in. Ji bo gerdûnîbûna bîrdoziya azadiya jinan wê gavên xurttir werin avêtin. Pergala konfederalîzma demokratîk a jinan wê ji Kurdistan û Rojhilata Navîn dest pê bike û belav bibe. Li ser vê bingehê, li ku derê bin, jin dê hem destkeftiyên şoreşê biparêzin û hem jî jiyaneke azad ava bikin. Ji bo vê, divê em xweparastineke xurt ava bikin û bibêjin nabe ku tu jin bê rêxistin bimînin. Niha ne bes e ku mirov bibêje "jin bindest e, mêr serdest e". Sakîne hêza raman û çalakiyê da jinan. Mirov layîqî wan be ev tê vê wateyê; em li ser rêya wan dimeşin, berpirsyariyên bi vî rengî bigirin ser milê xwe, dîwarên tecrîdê yên faşîzma li dora me hatine avakirin, bişikînin û hesab jê bipirsin. Her jineke ku ji azadiyê bawer dike û li ber xwe dide, xwedî ruhê Sakîneyan e.”

ANHA