Li Hesekê Meclisa Jinan a PYD`ê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Meclisa Jinan a PYD`yê ya Hesekê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn soza berdewamkirina têkoşînê da.

Li Hesekê Meclisa Jinan a PYD`ê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn
8 ÇILE, 2021   20:23
HESEKÊ

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongreya Star, PYD û dayikên şehîdan li ber avahiya PYD'ê ya li taxa Salihiyê ve hate xwendin.

Endama Rêveberiya Meclisa Giştî ya PYD`ê Rîm Idrîs daxuyanî xwend û bi bîr xist ku di 9`ê Çileya 2013`an de li paytexta Fransa Parisê komkujiyeke hovane li dijî têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan pêk hat û got: "Paris ku navneda çand û pêşketinê ye bû cihê kuştin û pêkanîna komkujiyan."

Rîm Idrîs diyar kir ku faşîzma dewleta Tirk jinên têkoşer ên ku dîrok şahida têkoşîna wan, gelên banga azadiyê dikin , di serî de gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê dike armanc.

Her wiha got: "Em Meclisa Jinan a PYD`ê her sê jinên şoreşger bi bîr tînin û komkujiyê şeremzar dikin. Tevî ku 8 sal derbas bûn, lê nasnameyê sûcdarê vê komkujiya hovane yê li ber çavê raya giştî ya cîhanê ye, nehatiye eşkerekirin."

Di dawiyê daxuyaniyê de de soza berdewamkirina xeta têkoşînê, şopandina rêya Sakîne û hevrêyên wê û li dijî dagirkeriyê israra xwe xurtir bikin da.

Daxuyanî bi sloganên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(eh)

ANHA