​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê

Li bajarê Reqa û gundewarên wê tevgereke avakirinê ya mezin heye, her wiha Meclisa Sivîl a Reqayê ji şêniyan re di vî warî bû alîkar.

​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê
​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê
​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê
​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê
​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê
​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê
​​​​​​​Di sala 2020’an de, projeyên xizmetguzariyê yên li Reqayê
6 ÇILE, 2021   08:34
REQA-XALID CUMA

Di dema çeteyên DAIŞ’ê de li Reqayê binesaziya bajêr bi rêjeya ji sedî 80 xerab û hat talankirin. Lê piştî 3 salan di ser rizgarkirina wê re, li bajêr tevgereke avakirin û pêşdeçûna mezin a rewşa xizmetguzariyê heye.

Meclisa Sivîl a Reqayê bi hemû hêza xwe di 3 salan de xebata li ser ji nû ve avakirinê kir. Da ku ji bo vegera bi hezaran malbatan li malên xwe re û vegera jiyanê li bajarê wêrankirî, amade be.

Di 2020’an de, meclisê di projeyên xwe yên pêşdeçûna rewşa xizmetguzariyê de berdewam kir, bi wê re jî gelek xizmetguzarî pêşkêşî şêniyên Reqayê kirin.

SERERASTKIRIN Û QÎRKIRINA RÊYÊN LI REQA Û GUNDEWARÊN WÊ

Ji destpêka 2020’an ve, Daîreya Xizmetguzariyên Fenî li ser sererastkirina gelek rêyên li bajêr û gundewarên wê xebitî, ew jî weke temamkirina xebatê li rêya Reqa-Hesekê di qonaxa duyemîn de ye, her wiha 3 hezar û 500 metrekabik sererast kir û lêçûna wê jî 70 milyon lîreyê Sûriyê bû.

Her wiha werşeyan rêya Reşîd-Kebiş Tişrîn, rêya Hawî Hewa ya li rojavayê gundewarê Reqayê xîz kir, li gel wê jî gelek rêyên gundên Ebû Kebra, Cayfe, Endelus û Abdullah Xelîl sererast kir. Li kêleka wê jî rêyên li nava mezreya Reşîd bi lêçûna 16 milyon lîreyên Sûriyê hatin sererastkirin.

Li gundewarên başûrê Reqayê jî gelek proje hebûn, jê jî sererastkirina rêyên gundê Ekêrşî, keviyên rêya Reqa-Dêrazor a li herêma Retla û Ekêrşê bi lêçûna 32 milyon lîreyên Sûriyê.

Li aliyekî din jî werşeyên xizmetguzariyê gelek rêyên li nava bajêr sererast kirin, jê jî rêya li nêzî dibistana Sekîna û kolana Seyfe Dewle. Lêçûna wan jî 13 milyon lîreyên Sûriyê bû. Her wiha lêçûna sererastkirina rêyên mezreya Ednaniyê, Rafîqe û Ensar jî 20 milyon lîreyên Sûriyê bû.

Li gorî gerînendeyê Daîreya Xizmetguzariyan endazyar Ehmed Heco, lêçûna giştî ya xebatên sererastkirina rêyên li Reqa û gundewarên wê gihaşt 279 milyon lîreyên Sûriyê.

Lê têkildarî qîra ku di 2020’an de hatiye bikaranîn, gelek kolanên Reqayê hatin qîrkirin. Ew yek jî bi rêya qîrgeha xizmetguzariyên fenî ya ku rojane 250 heta 300 made ji qîrê derdixist, pêk hat.

Gelek kolanên li bajêr hatin qîrkirin, miqdara qîrê ya giştî ku hatiye bikaranîn 17 hezar û 500 metrekabik bû, her wiha kortên li bajêr jî hatin sererastkirin, lêçûna giştî jî 175 milyon lîreyên Sûriyê bû.

Ehmed Heco diyar kir ku li tevahî gundewarên Reqayê nêzî 11 hezar û 150 metrekabik qîr hatiye bikaranîn û lêçûna wê jî nêzî 267 milyon û 600 hezar lîreyên Sûriyê bû.

GELEK PIRÊN STRATEJÎK HATIN SERERASKIRIN

Li gundewarên Reqayê gelek pirên hesin û çemento hene û li ser rêyên giştî û kenayên avê yên Reqayê belav in, piranî jî di dema serweriya çeteyan hatin hilweşandin.

Daîre, pira Hetaş sererast dike, heta niha ji sedî 45 ji pirê sererast kiriye û pira Ekêrşê ya li gundewarê başûrê Reqayê jî sererast kir, lêçûna wan jî nêzî 40 milyon lîreyên Sûriyê ye.

Li gel wê jî pira gundê Abdullah Xelîl a li gundewarê rojhilat bi lêçûna nêzî 59 hezar dolar hate sererastkirin, lê heta niha ji sedî 35 hatiye sererastkirin.

Daîre pira çemê Feyd a li ser rêya Reqa-Tebqayê bi lêçûna 75 hezar dolar sererast dike û heta niha zêdetirî ji sedî 25 hatiye sererastkirin.

Ehmed Heco destnîşan kir ku gelek projeyên cur bi cur dest pê kirine, mîna sererastkirina pira Esediye ya hesin û lêçûna 57 hezar dolar e û heta niha zêdetirî ji sedî 40 hatiye sererastkirin.

Daîreyê kevanên têketin û derketina pira Reqayê bi lêçûna 4 hezar û 500 dolar çêkirin.

‘JI RAKIRINA KAVILAN JI HUNDIRÊ REQAYÊ DE MILYAREK LÎREYÊN SÛRIYÊ ÇÛ

Daîre bi rojane xebata gihandia ava vexwarinê li tevahî herêman dike, ew yek jî bi rêya stêrên ku hin gundên Reqa û gundewar hatine belavkirin, pêk tê. Rojane nêzî 250 bermîl tê belavkirin. Di 2020’an de 90 hezar bermîlên avê bi lêçûna 45 milyon lîreyên Sûriyê hat belavkirin.

Girêdayî rakirina kavilan ji bajêr, Heco destnîşan kir ku ew di vê projeya xizmetguzariyê de û vekirina kolanên serkeke û şaxî de berdewam in. Miqdara rakirina kavilan ji bajêr a her salekê nêzî 360 hezar metrekabik bû û di 2020’an de bi lêçûna nêzî milyarek û 80 milyon lîreyên Sûriyê ew kavil derxistin derveyî bajêr.

SERERASTKIRINA DIBISTANAN Û PROJEYÊN DÎTIR

Daîreya Xizmetguzariyan a Fenî gelek projeyên beşa perwerdeyê pêk anîn, di çaryeka sêyemîn a 2020’an de daîreyê 221 hezar dolar wergirt. Bi wê re daîreyê bi hevkariya Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê gelek proje dest pê kirin û bi wê yekê 6 dibistanên li gundewarên Reqayê sererast kirin.

Ji dibistanên ku hatine sererastkirin; dibistana Kebiş a rojava bi lêçûna 18 hezar dolar, dibistana Aliya Kerame ya li rojhilatê gundewarê Reqayê bi lêçûna 12 hezar dolar, dibistana Gedro ya li bakurê gundewarê Reqayê bi lêçûna 23 hezar dolar û dibistanan Xinîz bi lêçûna 12 hezar û 500 dolar.

Ji wê zêdetir jî dibistanan Umer Bin Xetab di çaryeka yekemîn de bi lêçûna 24 milyon lîreyên Sûriyê hatibû sererastkirin.

Li aliyekî din jî daîreyê 4 jor li dibistana Betanî ya Reqayê bi lêçûna 23 hezar û 500 dolar ava kirin.

PROJEYÊN BEŞA TENDURISTIYÊ

Daîreyê navnedeke tenduristiyê li bakurê herêma Sikê ya Reqayê bi hevkariya bi komîteya tenduristiyê re bi lêçûna 60 hezar dolar ava dike û heta niha ji sedeî 75 hatiye avakirin.

Li gorî Ehmed Heco, lêçûna giştî ya projeyên ku daîreyê li Reqa û gundewarên wê di 2020’an de pêk anîne, 11 milyar û 190 milyon û 899 hezar lîreyên Sûriyê û 212 hezar û 939 dolar e.

Heco piştrast kir ku li gele wan gelek planên 2021’an hene, mîna sererastkirina pir, rê û hwd ji xebatên xizmetguzariyê.

Li Reqayê tevgereke mezin a avakirin û xebatên avakirina qatan heye. Li gorî hevseroka Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan Şêrîn Elî gelek xebatên hêsankirinê di 2020’an de ji şêniyan re pêşkêş kirine, da ku wan teşwîqî xebata avakirina qatan li taxên Reqayê bikin.

Şêrîn Elî got: "Xebata avakirina qatan bandorê li torên avê nake, ji ber dema torên avê di berê de hatine çêkirin, li gorî befirehkirina avahiyan di rojên bê de hatin lêkolînkirin. Lê belê dehevdana ava vexwarinê li qatên bilind, dê dijwar be. Ew jî ji ber dehvdana avê ji çema Firatê kêm e. Ji ber dewleta Tirk îsal rêjeya avê bi awayekî mezin kêm kir."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gFCVuXmgcWY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>