‘Misir dê bi hin şertan qada hewayî li pêşiya Qeterê veke’

Dezgehên çapemeniyê eşkere kir ku dê Misir jî wekî Siûdiyê qada hewayî li balafirên Qeterê veke, lê bi şertê pêkanîna hin daxwazan.

‘Misir dê bi hin şertan qada hewayî li pêşiya Qeterê veke’
5 ÇILE, 2021   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihand ku Qahîreyê li ser vegera rêwîtiyên hewayî bi Dewhayê re erê kiriye û piştrast kir ku pêkanîna biryarê dê bi şertê pêkanîna hin daxwazên Misirê pêk bê.

Li gorî çavkaniyan, komîteyeke misirî helwestê dinirxîne û xeta peywendiyên bi Siûdî, Îmarat û Behreynê re vedike.

Ev yek, piştî destpêkirina gera 41`emîn a civîna Meclisa Hevkariyê ya Welatên Kendavê li bajarê El-Ula, pêk tê ku bi vexwendina qralê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz tê li darxistin û dê aloziya Kendavê mijareke sereke ya nîqaşê be.

(cx)