Cenazeyê şehîd Beşar Ehmed li Qamişlo hate veşartin

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyan, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Ehmed li goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Beşar Ehmed li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Beşar Ehmed li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Beşar Ehmed li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Beşar Ehmed li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Beşar Ehmed li Qamişlo hate veşartin
4 ÇILE, 2021   15:13
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Ehmed ê ku 2'yê Çileyê dema erka xwe bi cih dianî di encama qezaya trafîkê de şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Piştî deqeya rêzgirtin, Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen axivî û ev tişt got: "Em niha li cihê herî pîroz li cîhanê, cihê têkoşîn û berxwedanê ne. Ji vir em şehîdê xwe yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar ê bi navê Şêro tê naskirin oxir dikin. Şehîd Beşar ji kesên hertim rû bi ken bû û bi rihê berxwedanê ji bo welatê xwe têkoşiya."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyd Etê anî ziman ku şehîd ew in ên ku bi xwîna xwe gel û xaka xwe parastin.

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Girse bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" cenazeyê şehîd Beşar Ehmed spartin axê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/APsjZO-aipA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>