Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan

Rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazorê û Meclisa Civakî ya Ermeniyan civiyan. Di civînê de girîngiya hevgirtin û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hate destnîşankirin

Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
Meclisa Ermeniyan û eşîrên Dêrazorê civiyan
4 ÇILE, 2021   14:53
HESEKÊ

Bi diruşmeya "Em ne şerxwaz in, lê belê em aştiyê ji hemû gelan re dixwazin", Meclisa Civakî ya Ermeniyan ya bajarê Hesekê civîneke li Xwaringeha Meştenûr a taxa Hil Hecer a bajarê Hesekê li dar xist.

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazor, endamên Meclisa Civakî ya Ermeniyan a Hesekê û Dêrazorê û hevserokatiya meclisa kantona Hesekê beşdarî civînê bûn.

Meclisa Civakî ya Ermenî  daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Ararat Kiklikian bi zimanê erebî, Aşûr Bebrian bi zimanê ermenî û Ermeniya Tatrian bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de spasiya şêx û eşîrên Dêrazorê hate kirin û hate gotin ku êşîran di parastina yekitiya civaka Sûriyê de bi hemû reng û pêkheteyên wê yên Ereb, Kurd, Ermen û Suryan kedeke mezin dan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Em pêkhateyê Ermen divê em qenciya eşîran a bi ermenên ku ji ber qirkirinên Osmanî hatin koçberkirin ji bîr nekin."

Meclisa Ermenî spasiya hemû gelên din ên ku wan di dema qirkirinan de hembêz kir, kir.

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra Begara, şêx Xelef Esad jî axivî û got: "Di vê rewşa dijwar de ya ku Sûriyê tê re derbas dibe çi ji aliyekê komployên hundirnîn be û çi jî ji aliyê komployên ji derve yên ewlehî, aramî û yekitiya neteweyî dikin armanc, me dît ku êdî dem hatiye ku em xîtabî pêkhateyên herêmê bikin, da ku li dijî hemû hêzên ku me  dikin armanc bisekinin û bigihêjin rêya serketinê."

Şêx Xelef Esad ev li gotina xwe zêde kir:"Me ev serdan pêk aniye da ku jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pîroz bikin. Ji dema dagirkeriya Tirkiyê herêmên ermenan ve, em û pêkhateya Ermen bira û gelek in, ji ber vê divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin."

Di dawiyê de Şêx Xelef Esad anî ziman ku ew sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Sûriyê qebûl nakin.

Di civînê de endamê Meclisa Civakî ya Ermeniyan a li Dêrazorê Mihmed Zêdan Kirêkûr, endamê Rêveber ê Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Hesekê Ezîz Elî û hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivîn.

Kesên axivîne, îşaret bi hevgitina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên artêşa Tirk li dijî wan pêk tîne kirin.

(eh)

ANHA