Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin û planên pêşerojê danîn

Şaredariyên kantona Qamişloyê civîna xwe ya salane bi danîne plansaziya sala nû bi dawî kirin.

Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin û planên pêşerojê danîn
Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin û planên pêşerojê danîn
Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin û planên pêşerojê danîn
Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin û planên pêşerojê danîn
Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin û planên pêşerojê danîn
Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin û planên pêşerojê danîn
3 ÇILE, 2021   18:22
QAMIŞLO

Komîteya Şaredarî û Hawirdorê ya Kantona Qamişloyê civîna xwe ya salane li navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar xist. Di civînê de xebatên ku di sala 2020'an de pêk anîne hatine nirxandin û plansaziya sala nû hate dayîn.

20 nûnerên şaredariyên gel ên kantona Qamişlo, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û Telhet Yûnis, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, hevserokê Desteya Şaredariyan û Rêveberiyên Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozef Lehdo, hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Silêman Ereb û hevserokatiya Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif û Afram Îshaq di civînê de amade bûne.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telhet Yûnis axivî û civîn li beşdaran û xebatkarên şaredariyan pîroz kir û got: "Sala 2020'an tijî zehmetî û pirsgirêk bû, sedema vê yekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, şerê taybet ku li hemberî gelê herêmê dimeşîne, qutkirina avê li ser bajarê Hesekê û gundên wê û belavbûna vîrusa koronayê."

Yûnis destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser tevî hemû şert û mercên zehemt li gorî pêvajoya awarte xebitî û bi derfetên kêm pêvajo derbas kir.

Yûnis wiha got: "Pêdiviya me bi xebateke zêde ya pêşxistina aliyên xizmetguzarî, sazî û xebata li ser derbaskirina astengiyan heye. Ji lew re divê Rêveberiya Xweser xebatê bi pêş bixe û ji tevahî tê xwestin ku bi rihê berpirsiyartî di tevahî alî û qadan de bixebitin, da ku Rêveberiya Xweser û projeya demokrat bi ser bixin."

Li aliyekî din jî Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif wiha got: "Sala 2020’an li ser tevahî cîhanê dijwar bû, bi taybet digel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê de. Ji ber li aliyên siyasî, aborî û civakî û heta xebata şaredariyan jî bandor kir."

Foza Yûsif diyar kir ku tevî derfetên kêm, şaredarî û saziyên tendurstiyê xebatên xwe di gel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê de kirin.

Foza Yûsif wiha domand: "Tevî ku cîhanê dermanek ji pandemiya vîrusa Koronayê re dîtiye, lê dê pandemî li herêmên me heta 6 mehên dîtir bimîne, ew jî heta ku derman bigihîje herêmê. Ji lew re ji me tê xwestin ku heta ku derman peyda bibe, tedbîrên parastin û xweparastinê pêk bînin."

Foza Yûsiv got xwetêrkirinê û xwespartina li berhema herêmê di gel dorpêçê û Qanûna Qeyserê, aloziya aboriyê li ser herêmê sivik kir.

Foza Yûsif destnîşan kir ku "Rizgarkirina herêmên dagirkirî bi bilindkirina têkoşînê pêk tê û pêwîstî bi amadekirinê ji tevahî aliyan heye. Ji lew re divê hêzên xwe xurt bikin, xebatên saziyan bi pêş bixin."

Foza Yûsif wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê şaredariyên civakî û koparatîfên aborî ku xizmeta gel bikin, werin avakirin, her wiha planên pêşerojê deynin, çewtiyan di xebatên şaredariyan de çêbûne, derbas bikin. Ji ber xebata hevbeş, bi xwe re serkeftinê û pêşxistina Rêveberiya Xweser tîne."

Piştî axaftinan, hevseroka Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo Şermîn Şaqo rapora salane ya xebatên komîteya Şaredariyên Qamişlo xwend û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin.

Piştre civîn bi pêşkêşkirina pêşniyaran bi dawî bû, ji pêşniyarên ji civîna salane derketine wiha ne;

-Çareserkirina pirsgirêka ocaxan(argûn) li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçer.

-Diyarkirina budceyeke taybt ji koçberan re.

-Pêkanîna dewreyên perwerde, pîşeyî û akademî ji tevahî beşan re.

-Zêdebûna elaqeya bi şaredarî û gundan.

-Çareserkirina pirsgirêka firehkirina bajar û gundan.

-Zêdekirina têkiliya şaredariyan bi gel re.

-Eşkerekirin û zelalbûna di tevahî xebatên pêkhatî û nepêkhatî bi awayekî diyar.

-Zêdekirina girîngiyê bi cihên giştî, zêdekirina rûberên kesk û çandina daran.

-Organîzakirin û aktîfkirina bacên xizmetguzarî û cîbayetê.

-Zêdekirina pisporî û kadroyên pîşeyî yên pispor.

Budceyeke nû ji projeyên kanalîzasyon, avê, pire, rîgar, rê, xemilandina bajar û xweşikbûna wê ji bo sala 2021’an hat pêşniyarkirin. Ew budce bi nirxa 21 milyar û 395 milyar lîreya Sûriyê hat diyarkirin.

Ev pêşniyar dê bi rêya civîna bi Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî re ya li Qamişlo pêşkêşî Rêveberiya Xweser were kirin, heke hate erêkirin dê têkeve pratîkê.

(fr)

ANHA