Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn

Li Minbicê şehîdên sala 2020'an hatin bibîranîn û nasnameya 3 şehîdên din hatin eşkerekirin.

Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên sala 2020'an bi bîr anîn
31 kanûn, 2020   17:05
MINBIC

Di merasîmê ku li goristana Şehîdan a başûrê bajarê Minbicê hatibû lidarxistin de, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşker amade bûn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hatibû lidarxistin, bi tûrana leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê berdevkê meclisê Şervan Derwîş axivî û got: "Her tişt bi îradeya şehîdan û armancê ku ji bo wê şehîd bûne tê pîvan, mafê tu kesî tuneye ku xeta wan bişopîne bêyî ku li gorî pîvanên wan tev bigerin."

Piştre, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Şehrîvan Derwîş şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got ku bajarê Minbicê bi keda şehîdan ronî bûye. Derwîş berxwedana şervanên li eniyên şer ên berxwedanê silav kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Kefaa El-Elî banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir û soza şopandina rêya wan dan.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîd Eşref Seîd El-Hîlal, Ferhan El-Zahir û Îbrahîm El-Hemade eşkere kirin, ku di dema qedexeya vîrusa koronayê de şehîd bibûn û merasîmê oxirkirinê ji wan re nehatibû lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah Mihemed nasnameyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5pmxqs0NvWw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>