Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ya 2020'an nirxandin

Meclisa Sivîl a Reqayê bi kongreyeke çapemeniyê xebatên xwe ya 2020'an nirxandin.

Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ya 2020'an nirxandin
Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ya 2020'an nirxandin
Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ya 2020'an nirxandin
Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ya 2020'an nirxandin
Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ya 2020'an nirxandin
31 kanûn, 2020   15:31
REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê bi amadebûna hevserokatiya meclisê komîteyên wê, rojnamevan, endamên saziyên sivîl, kongreyeke çapemeniyê li hola navenda çand û hunerê li dar xist.

Kongrê bi xwendina rapora kar û xebatên  sala 2020'an ên komîteyên Meclisa Sivl a Reqayê dest pê kir. Cîgirê hevserokatiya meclisê Ehmed Xelîl rapor xwend.

Rojnamevanan derbarê rewşa perwerde, xizmetguzarî û tenduristiyê de pirsên xwe gotin û hevserokên komîteyên meclisê bersiva pirsan dan.

Piştre endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa encamnameya kongreyê xwend.

Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Bê guman wekî dawiya her salekî, em Meclisa Sivîl a Reqayê careke din kom dibin da ku xebatên ku komîte û nivîsgehên meclisê yên sala 2020'an pêk anîne, binirxînin.

Ev yek mîna keşifkirina hesabekî ye ku meclis pêşkêşî gelê me dike. Her wiha ji bo kesên din nameyeke ku tevî astengiyên ku li pêşiya me derdikevin, em di karê xwe, pêşxistina hêz û destkeftiyan de berdewam in. Di heman demê de çi ji bo gelê me gereke be em ê pêk bînin da ku bighêjin armancên mezin ên avakirina welatekî azad û bi rumet ji bo her kesî re.

Em soz didin gelê xwe ku em ê dilsozê kar bin, li ser paşguhkirin û kêmasiyan bisekinin. Ji ber ku xizmeta civakê berpirsyartiya me ye, em ê pêk bînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nKBT3lTmX28" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>