Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê plansaziya xwe ya sala nû eşkere kir

Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê di civînekê de xebatên xwe yên sala 2020'an nirxandin û plansaziya  sala nû eşkere kir.

Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê plansaziya xwe ya sala nû eşkere kir
Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê plansaziya xwe ya sala nû eşkere kir
Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê plansaziya xwe ya sala nû eşkere kir
Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê plansaziya xwe ya sala nû eşkere kir
Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê plansaziya xwe ya sala nû eşkere kir
Desteya Rêveberiya Herêmî  û Hawirdorê ya herêma Firatê plansaziya xwe ya sala nû eşkere kir
31 kanûn, 2020   15:51
KOBANÊ

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawirdorê ya herêma Firatê bi beşdarbûna endamên desteyê û nûnerên hin saziyên Kobanê civîna xwe ya salane li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist.

Di civînê de rapora kar û xebatên ku desteyê di sala 2020'an de pêk aniye û plansaziya sala nû hate xwendin.

Li gorî raporê ji xebatên ku desteyê pêkanîne, restorekirina rêyan, avakirina daristan, pir, hawizên avê, berfirehkirin û restorekirina torên avê, çareserkirina pirsgirêkên kanalîzasyonê, ronîkirina rêyan, avairina birca Saetê, restorkirina çerxerêya Azadî û Jina Azad.

PLANSAZÎ

Ji plansaziya sala nû ya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawirdorê ya herêma Firatê; firehkirina rêyên sereke, restorekirina rêyan bi kevirên hûr bi dirêjeya 300 km, zifitkirina rêyan bi dirêjeya 125 rêyan, avakirina hawizên avê li Meştenûr, Cîşan û Remala, avakirina 5 daristanan, 5 parkan, ronîkirina rêyan, her wiha sazkirina interlock bi dirêjahiya 75,000 metrekare ji bo taxên şehîd Sarhad, şehîd Firas, Kaniya Kardan û Botan a rojava.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZGYRhOWKR2k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>