Çeteyên Sultan Murad li Efrînê jineke Ereb qetil kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên Sultan Murad beriya çend hefteyan jineke ji eşîra Umêrat a Ereb revand û piştre ew qetil kir.

Çeteyên Sultan Murad li Efrînê jineke Ereb qetil kir
27 kanûn, 2020   11:01
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku çeteyên Sultan Murad beriya 3 hefteyan welatiya bi navê Nadira Durmuş ji mala wê ya li Taxa Kevn a Efrînê revand. Çeteyan Nadira Durmuş bi îdiaya ku têkiliyên wê bi saziyên Rêveberiya Xweser re heyne, revand.

Li gorî rêxistinê çeteyên Sultan Murad rasterast fermanên îstixbarata Tirkiyê bi cih tînin, ji lew re jina bi navê Nadira Durmuş revand û piştre ew derbasî Tirkiyê kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku çeteyan Nadira Durmuş qetil kir û paşê cenazeyê wê avêt ser rêyeke nêzî navenda çeteyan a li Taxa Kevn a Efrînê.

Çeteyan mal û milkên Nadira û 3 erebeyên sentavî jî desteser kirin.

(eh)

ANHA