Dagirkeriya dewleta Tirk ji nuqteyeke din a dorpêçkirî vekişiya

Dagirkeriya dewleta Tirk ji nuqteya El-Toqan a dorpêçkirî ya li gundewarên Idlibê vekişiya.

Dagirkeriya dewleta Tirk ji nuqteyeke din a dorpêçkirî vekişiya
27 kanûn, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker vekişîna xwe ji nuqteyên leşkerî yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de didomîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku wesayîtên nû ji nuqteya El-Toqan a dorpêçkirî ya li gundewarên Idlibê derketin û ber bi baregehên xwe li çiyayê Zawiyê ve çûn.

Heta niha tenê 4 baregehên dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên hê jî neketine bin kontrola hikumeta Şamê ew jî, nuqteya Iştebre li rojavayê Cisir El-Şixûr û El-Zeytûne li çiyayê El-Tirkmen û Silwa li gundewarên bakurê Idlibê û keleha Seman li gundewarên rojavayê Helebê.

(dm)