Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir

Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Noelê pîroz kir, nimêj kirin û sirûdên olî gotin.

Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir
Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir
Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir
Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir
25 kanûn, 2020   10:34
QAMIŞLO

Bi sedan xiristiyanên ji Dêrikê berê xwe da dêran da ku cejna Noelê pîroz bikin. Ji ber rewşa koronayê, xiristiyanan tenê nimêj kir û sirûdên olî gotin.

Merasîmê bi dengê zengilên dêran, nimêj, sirûdên olî û rê û resmên taybet ên Noelê dest pê kir.

Li dêra Mar Cercis a Keldanan a navçeya Dêrikê ya kanatona Qamişloyê, keşeyê dêrê Cemîl Seman dest bi gotina sirûdên olî, xwendina Pirtûka Pîroz û nimêjê kir.

Her wiha koma taybet a dêrê gelek sirûd, nimêj û duayên taybet bi vê boneyê gotin.

(cx)

ANHA