Di êrişa li Kabulê de kesek hat kuştin, 3 birîndar bûn

Wezareta Karên Hundirîn a Afganistanê ragihand ku di encama êrişa bi moşekan a ku îro li paytexta Afganistanê Kabûnê hatibû kirin de, kesek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa li Kabulê de kesek hat kuştin, 3 birîndar bûn
12 kanûn, 2020   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN j

Li gorî Berdevkê Wezaretê Tariq Ireyan, 10 moşek li taxa Labcar a li Kabûlê ketin, di heman demê de 3 moşek li nêzîkî balafirgeha Kabûlê û 5 moşekên din li herêma ku şênî lê hene ketin, di encamê de kesek hat kuştin û du kesên din birîndar bûn.

Heya niha tu aliyekî êriş negirtiye ser xwe. Tevgera Talîbanê got ku destên wan di vê êrişê de tune ye.

Di 21`ê Mijdarê de ji ber moşek li naverasta Kabûnê û nêzî herêma Kesk ketin, herî kêm deh kes hatin kuştin, paşê DAIŞ`ê êriş girt ser xwe. Di hefteyên derbasbûyî de jî êrişên li dijî paytextê di nav de êrişa li dijî zanîngeha Kabûlê û navenda ferkirinê DAIŞ'ê girt ser xwe ku di encama vê êrişê de zêdetirî 50 kes hatin kuştin.

(eh)