Kongreya Amerîkayê birîna cezayan li dijî Tirkiyê sepand

Ji ber kirîna wê ya pergala moşekên Rûsî ya S400, Kongreya Amerîkayê îro, birîna cezayan li dijî Tirkiyê erê kir.

Kongreya Amerîkayê birîna cezayan li dijî Tirkiyê sepand
11 kanûn, 2020   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ceza ji bo şirîketên herî mezin ên çêkirina çekan û hejmarek ji karsazên Tirk in.

Cezayên Amerîkayê yên li dijî kesayet û saziyên Tirkiyê di qonaxa navîn û giran de ne.

Ji ber kiryarên Tirkiyê yên "Neqanûnî û dijber", serokên dewletên endamên Yekitiya Ewropayê di civîna xwe ya duh a li Brukselê de biryara birîna cezayan li dijî Tirkiyê dabû.