​​​​​​​Rojnameyên erebî: Azerbêcan rawestgeha yekemîn a vegera Tirkiyê li Asya Navîn e

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, aloziya Lîbyayê û armancên dewleta Tirk ji piştgirîdayîna Azerbêcanê, kirin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Azerbêcan rawestgeha yekemîn a vegera Tirkiyê li Asya Navîn e
11 kanûn, 2020   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞAMÊ HEWL DA LI DIJÎ PEYMANA BAŞÛR DARBEYÊ PÊK BÎNE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan bi dest xistine, wiha nivîsî: “Komên li Derayê pêşniyara rêveberê îstixbaratê lîwa Husam Loqa ya “darbeya” li dijî “peymana başûr” ku di 2018`an de di navbera Rûsya û Amerîkayê de pêk hatibû, vala derxistin.

”‘ARTÊŞA LÎBYAYÊ: TIRKIYE PLAN DIKE KU PEYMANA CINÊVÊ BINPÊ BIKE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Ji ber sewqiyetên leşkerî yên artêşa Tirk, aloziya di navbera Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê û rejima Tirk de kûrtir bû. Hin derdorên Lîbyayê ji planên bi serkêşiya Erdogan ên binpêkirina peymana Cinêvê ya girêdayî agirbestê û encamên komîteya leşkerî ya hevbeş, hişyarî dan.”

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê wiha got: “Tirkiye, têkbirina aramiya herêmê bi giştî û ya Lîbyayê bi taybet didomîne û çete, terorîst û alavên leşkerî li pêş çavên cîhanê, dişîne Lîbyayê. Em piştgiriyê didin xebatên siyasî, komîteya leşkerî ya hevbeş û encamên kongreyên Berlîn û Cinêvê.”

'AZERBÊCAN; RAWERSTGEHA YEKEMÎN YA VEGERA LI ASYA NAVÎN E’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî tevgerên dewleta Tirk li Qerebaxê, wiha nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi piştgiriya welatê wî ji Azerbêcanê re di dema şerên Qerebaxê de, hewl da ku rewşeke nû li herêmê derbixe û rê li pêşxistina rola Tirkiyê li Qafqasya û Asya Navîn veke, anku hewl dide rêya herîr ya ters veke ku ji herêma bi petrol û gazê dewlemend destpê dike û ber bi Çînê ve diçe, ne ku ji Çînê desstpê dike, di Tirkiyê re derbas dibe û ber bi Ewropayê ve diçe.”

Erdogan di serdana pêncşemê ya ji paytexta Azerbêcanê Bakû re tekez kiribû ku “têkoşîna” hevalbenda wê Azerbêcan li dijî Ermenistanê hîna bi dawî nebûye û diyar kiribû ku azadbûna herêmê dê “destpêka serdemeke nû” li herêmê be.

(cx)