Li Dêrazorê bi koperatîfan çandinî bi pêş dikeve

Cotkarên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ku berê zehmetî dikişandin û çandinî berhemek kêm dida êdî bi rêya koperatîfan çandiniyê bi pêş dixin.

Li Dêrazorê bi koperatîfan çandinî bi pêş dikeve
Li Dêrazorê bi koperatîfan çandinî bi pêş dikeve
Li Dêrazorê bi koperatîfan çandinî bi pêş dikeve
5 kanûn, 2020   05:31
DÊRAZOR-FATIMA EL-EBD

Ji  bo geşkirina çandiniya gundewaran û xurtkirina hilberînên herêmî, koperatîfên çandiniyê girîng in, hem pêwîstiyên cotkaran dabîn dikin û hem jî projeyên çandiniyê bi pêş dixînin.

Beriya niha ji ber çeteyên DAIŞ`ê herêm dagirkiribûn, rewşa çandiniyê ya li herêma Dêrazorê ne baş bû, ji ber vê yekê asta hilberînên herêmî paş ket.

Piştî Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate avakirin, destek da cotkaran, stasyona avê aktîf kir ji sedî 85 qada çandiniyê pêş ket. Hêjayî gotinê ku stasyona avê îsal ruxseta xwe ji Gerînendetiya Çandiniyê ya Hecînê stand û derdora 154 hezar donimî têr av dike. Di heman demê de rûbera erdên ku ji bo projeyên avî hatiye veqetandin, 250 hezar donim e.

Di salên dawîn de cotkaran zeviyên xwe bi rezazan ava didan, tevî ku avdana bi vî rengî dihêle hilberîn ne baş bibe, ji  ber ava bin erdê ya bîran pirê caran şor û kor e.

Piştî ku komîteyên koperatîvên çandiniyê hatin aktîfkirin, pompeyên avê çêkirin, rewşa çandiniyê baş bû, hem jî dema ava Firatê herikî kalîteya wê jî baş  bû.

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji Ebû Hemam bigire û heta bi Bexozê derdora 42 pompên avê hene, li Hecînê 7, li gundê Xiranîc 5, li gundê Ebû Hemamê 4, li gundê Keşîşa 5, li gundê Şeafê 2 û li gundê Baxozê jî yek.

Endamê Komîteya koperatîvên çandiniyê ên li rojhilatê gundewarê Dêrazorê, Xelîl El-Mihemed diyar kir ku piştî odeya kontrolkirina di kehrebê de hate çêkirin,  hin pompeyên avê li ser kehrebê dixebitin, di heman demê de hin ji wan jî li ser matorên mazotê dixebitin heta ku ji wan re jî odeya kontrolkirina kehrebê were çêkirin.

Xelîl El-Mihemed da zanîn ku her komîteyek avdanê ji çavdêrekî, cabî, pasvanek û berpirsekî din ku werdiyên avdanê tevger bike, pêk tê.

Piştî koperatîfên çandiniyê hatin aktîfkirin, destek dan cotkaran û komîteya çandiniyê ya Dêrazorê ji wan re tov û sedam dabîn, tê  payîn ku mewsima çandiniyê ya herêmê baş be.

Hêjayî bibîrxistinê ku Gerînendeyê Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê beriya niha ji bo li seranserî gundewarên Dêrazorê, çandinî baş bibe, 86 koperatîf aktîf kir.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Dêrazorê Enes Hesan got ku Gerînendetiya Çandiniyê bi hevkariya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û ji bo mewsima 2020 û 2021`ê plan danîye û wiha domadn: "Ji  sedî 78 ji erdên çandiniyê, ji sedî 60 ji bo genim, ji sedî 15 ji ceh, ji sedî 3 ji bo hilberînên zivistanê yên din û beqleyan e û ji sedî 22 ji rûberên mayî ji hilberînên din re bihêlin. Her wiha dê tov, semad û sotemeniyê ji cotkaran re jî peyda bikin."

(eh)

ANHA