Çeteyên dewleta Tirk 2 sivîlên din ji Efrînê revandin

Duh, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl ji şêniyên gundê Anqelê li Efrîna dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 2 sivîlên din ji Efrînê revandin
3 kanûn, 2020   10:11
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji hundir navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" ên girêdayî dewleta Tirk duh 2 ji şêniyên gundê Anqelê revandin.

Li gorî çavkanî nav kesên hatine revandin ev in: Ibrahîm Hisên Êlîko (32), Delîl Reşîd Êlîko(28). Her wiha çavkanî diyar kir ku çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek sivîlên ku ji gundê Badîna ya navçeya Raco revandibûn, berî du rojan piştî malbatên wan pere da, berda.

(dm)

ANHA