Li çiyayê Qereçox ê Mexmûrê di navbera artêşa Iraq û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket

Artêşa Iraqê li rojhilatê Mexmûrê li dijî şaneyek çeteyên DAIŞ’ê ku xwe di çiyayê Qereçox de bicih kirine, dest bi operasyonê kir. Piştî operasyon hate destpêkirin di navbera çeteyan û leşkerên Iraqê de şer derket.

Li çiyayê Qereçox ê Mexmûrê di navbera artêşa Iraq û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket
29 mijdar, 2020   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li qontara çiyayê Qereçox a dikeve rojhilatê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) artêşa Iraqê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê dest bi operasyonek kir. Di dema operasyonê de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Iraqê de şer derket û hîna şer didome.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, şaneya çeteyan ji 6 kesan pêk tê. Di van kêliyan de şer di navbera artêşa Iraqê û çeteyan de berdewam e.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS