Li Girkê Legê Ocaxa Çanda Ciwanên Mezopotamya hate vekirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Girkê Legê Ocaxa Çanda Ciwanên Mezopotamya bi navê Şehîd Serxwebûn vekir.

Li Girkê Legê Ocaxa Çanda Ciwanên Mezopotamya hate vekirin
Li Girkê Legê Ocaxa Çanda Ciwanên Mezopotamya hate vekirin
Li Girkê Legê Ocaxa Çanda Ciwanên Mezopotamya hate vekirin
Li Girkê Legê Ocaxa Çanda Ciwanên Mezopotamya hate vekirin
26 mijdar, 2020   16:11
QAMIŞLO

Di merasîma vekirinê de bi dehan ciwan û şêniyên navçeyê amade bûn. Hola ocaxê bi wêne û alavên kevnar hat xemilandin.

Deriyê ocaxê ji aliyê dayika şehîd Serxwebûn, Radiya Îbrahîm ve hate vekirin.

Dayika şehîd vekirina navendê li gelên têkoşer pîroz kir û hêvî kir ku ev navend bibe minbera çanda ciwanan. Her wiha bang li her kesî kir ku bi welatê xwe ve girêdayî bin û li hemberî dagirkeriya Tirk têbikoşin.

Radiya Îbrahîm got: "Em xeta şehîd Serxwebûn û hevalên wî yên ku ji bo parastina xaka xwe li hemberî dagirkeriya Tirk sekinîne, bişopînin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Qehreman Mihemed bal kişand ser rola ciwanan di civakê de û got: "Ciwan pêşeroja me ne, em ji wan hêvî dikin ku xeta cangoriyên azadiyê bişopînin."

Di dawiyê merasîmê de komeka zarokan çalakiyeke tekwondoyê pêşkêş kirin.

ANHA