Şandeya rewşenbîrên Rojava bi desteyên çandê yên Başûr re civiyan

Bi armanca nîqaşkirina çawaniya yekkirina helwest û xîtaba çandî-kurdî şandeyeke nûnerên yekitiyên çandê yên ji Rojavayê Kurdistanê bi deste û saziyên çandê yên li herêma Başûrê Kurdistanê re civiyan.

Şandeya rewşenbîrên Rojava bi desteyên çandê yên Başûr re civiyan
26 mijdar, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo gotûbêjkirina rewşa heyî û mekanîzmaya kar û barên desteyên çandê yên li herêma Kurdistanê û Rojava, duh şandeyek ji yekitiyên çandê yên Rojava serdana Başûrê Kurdistanê kir û dê çend rojan li herêmê bimînin.

Şandeya Rojava ji helbestvan û endamê Desteya Rêveberiya HRRK`ê Ehmed Huseynî, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê Qadir Egîd û hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno pêk tê.

/kr/uploads/files/2020/11/26/091035_072956_rewsenbiren-kurd-28229.webp

Şande duh bi gerînendeyê giştî yê Desteya Çand û Hunerê ya li Dihokê Dr. Eyûb Remezan Fetah re civiya û behsa rewşa heyî, çawaniya yekkirina helwesta navendên çandê ji dozen kurdî û awayê xurtkirina têkiliyên di navbera desteyên çandê yên li herêma Kurdistanê û Rojava de kir.

Her wiha şandeyê serdana Nivîsgeha Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê şaxê Dihokê kir û bi cîgirê yekitiyê Heysem Bitris û endamê yekitiyê Reqîb Mehmûd re civiyan. Her du aliyan behsa kar û xebata çapemeniyê kir û gotin divê ji hemû aliyan ve zimanekî nerm were bikaranîn.

Di dawiya roja yekemîn ji serdana şandeyê, serdana Nivîsgeha Yekitiya Nivîskarên Kurd şaxê Dihokê jî kir û bi serokê Yekitiyê Hesen Silêvanî, cîgirê wî Mihmed Abdullah, endamên Desteya Rêveber Selam Balayî, Dr. Nametallah Nehêlî û Hekîm Abdullah re civiyan.

Tê payîn ku şande piştî çend rojan serdana Hewlêr û Silêmaniyê jî bike û bi kesayet û nûnerên desteyên çandê re bicivin.

(eh)

ANHA