Dayikên gerîla ji bo parastina civaka êzidî bang li gelê Kurd kir

Dayikên gerîla û şehîdan bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên ku di kesayeta civaka êzidî de gelê Kurd hedef digirin, bisekinin û rêzê ji vîna gelê êzidî re bigirin ku ji bo azadiya xwe bi hezaran qurbanî dan.

Dayikên gerîla ji bo parastina civaka êzidî bang li gelê Kurd kir
25 mijdar, 2020   13:49
QAMIŞLO

Dayikên gerîla û şehîdan di hefteya 11'emîn a çalakiya xwe de, banga rêzdariyê li îradeya gelê êzidî kir.

Dayikên gerîla û şehîdan, li navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da.

Xaliye Eyûb dayika gerîla Warşîn Tirbespiyê, daxuyanî xwend û û hemû êrişên dijî gelê Kurd û bi taybet gelê êzidî şermezar kirin.

Xaliye Eyûb destnîşan kir ku komploya li dijî Şengalê, berdewama komployên berê yên Ii dijî civaka êzidî û gelê Kurd e.

Xaliye bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên ku di kesayeta civaka êzidî de gelê Kurd hedef digirin, bisekinin û rêzê ji vîna gelê êzidî re bigirin ku ji bo azadiya xwe bi hezaran qurbanî dan.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F8Q_X9_jr_M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>