Encamnameya konferansa geşkirina diyaloga navxweyî hate aşkerakirin

Encamnameya konferansa geşkirina diyaloga navxweyî ku KNK'ê û KPU’yê bi hev re organîze kir, hate aşkerakirin. Di encamnameyê de ji bo bidawîbûna rageşiyên navxweyî bangên girîng hatin kirin.

Encamnameya konferansa geşkirina diyaloga navxweyî hate aşkerakirin
25 mijdar, 2020   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU), di 21.11.2020’an de roja şemiyê li ser tora Zoomê bi navê “Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî” konferansek pêk hat.

Nûnerên piraniya partî û rêxistinên kurdistanî, nûnerên rêxistinên civakî, gelek siyasetmedar, ronakbîr, hunermend, nivîskar, medyakar û kesayetên serbixwe, ji çar beşên Kurdistanê û derveyî welat derdora 250 kesî di konferansê de amade bûn û dîtin û peyamên xwe pêşkêş kirin.

Piştî analîz û nîqaşan, konferansa bi navê “Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî” ev xal ji raya giştî re pêşkêş kirin:

1. Konferans, li kîjan parçeyî dibe bila bibe, deskeftiyên gelê Kurdistanê deskeftiyên neteweyî dibîne û parastina van deskeftiyan jî, erkeke neteweyî û nîştimanî dibîne û rêz lê digire.

2.  Konferans, şerê navxweyî wek xeta sor bi nav dike, şerê navxweyî heram û mehkûm dike. Nabe hîç hêz û kesek bikeve nava şerê navxweyî, divê hemû pirsgirêkên di nava hêzên kurdistanî de derdikevin, bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.

3. Konferans, li dijî hemû rûbirûbînên çekdarî di navbera hêzên kurdî de ye, vê rewşê ji bo hemû deskeftiyên Kurdistanê xetereyeke mezin dibîne.

4.  Konferans, ji bo jihevbawerkirin û hevqebûlkirinê, hemû bang û însiyatîfên ji bo diyalogê destek dike, piştgiriyê dide hemû helwestên aştî û diyalogê.

5. Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di nava alozî û guhertinan re derbaz dibe. Ev rewş ji bo gelê Kurdistanê hem xetere û hem jî derfetan jî bi xwe re tîne. Konferans, di vê dema krîtîk de bang li hemû hêzên kurdistanî dike ku nakokiyên di nava xwe de bidin aliyekî, werin ba hev, yekitiyeke xurt di nava xwe de pêk bînin.

6. Ji bo rewş aloztir nebe û rêya diyalogê bê xweşkirin, konferans bang li aliyên nakok dike ku hemleya ragihandinê ya li dijî hev rawestînin.

7. Konferans, ji bo di navbera her du aliyan de diyalog pêk were û alozî ji holê rabe, însiyatîfa bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) hatiye destpêkirin, girîng dibîne û destek dike. Di heman demê de Konferans, dixwaze ev însiyatîf bê firehkirin û kesayetên bibandor û xwedî ezmûn jî, di nava vê însiyatîfê de cihê xwe bigirin.

8. Konferans, hêvîdar e ku hemû aliyên kurdistanî ji bo pêkanîna dezgeheke wek menber û sîwane, karekî cidîtir bikin û di heman demê de li ser peymannameyeke neteweyî û nîştimanî (Sonda Neteweyî) bi rêk bikevin.