'Êrişên li dijî Eyn Îsayê, encama lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye'

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Reqayê êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û diyar kir ku ev yek nîşaneya lihevkirina di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de ye. Her wiha rûspiyan piştrast kir ku tevahî şêniyên eşîran bi QSD’ê re ne.

'Êrişên li dijî Eyn Îsayê, encama lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye'
25 mijdar, 2020   06:03
REQA-HEMED MISTEFA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyasetên êrişên bêserûber li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Her wiha duh navçeya Eyn Îsa bi topan dan ber xwe, da ku piştre êrişeke bejahî pêk bînin. Li gel wê jî garantorê rûsî bêdeng e û tu helwesteke tund li hember êrişên dewleta Tirk neda.

Rûspiyên eşîra Hos Deham Şiblî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina eşkere ya Rûsyaya ku cilê dewleta garantor ji bo gelê Sûriyê li xwe kiriyae û parastina her êrişeke dewleta Tirk dike, pêk tên. Lê belê îro hêviya sûriyan şikand û bawerî têk bir.

Şiblî wiha domand: "Tişta li navçeya Eyn Îsayê rû dide bi lihevkirina di navbera Rûsya û dewleta Tirk e. Ji ber em berê bûn şahidê êrişên li ser herêmên me ku di her êrişeke dewleta Tirk de, Rûsya bê deng e. Ev jî nîşaneya pevguhartina berjewendiyan e. Her ku dewleta Tirk herêmekê li Idlib û bejahiyên Helebê ji dest dide, êrişî bakurê Sûriyê dike û dixwaze cihên din jî dagir bike."

Şiblî wiha bi lêv kir: "Rûsya dewleta garantor a di navbera her du aliyan de ye, lê belê çi kir? Rûberên mezin radestî dewleta Tirk kir, ji Efrînê, heta bi Serêkaniyê û Girê Spî. Hê jî dewleta Tirk û çeteyên wê xwe li Sûriyê berfireh dikin."

Şêx Deham Şiblî diyar kir ku ew weke eşîr li hemberî hewldanên dagirkrina xaka Sûriyê hevgirtî ne û destnîşan kir ku QSD'ê ji ciwanên herêmê hatiye avakirin û mîsogeriya yekane ye ku parastina gel û xaka herêmê dike.

Li aliyekî din rûspiyê eşîra El-Elî, Remedan El-Rehal jî got: "Em gelê Sûriyê ji me re diyar bû ku Tirkiyê û çeteyên ku desteka xwe jê digirin tu bingehê exlaqî an nirxên olî pêre tuneye. Her beşek Sûriyeke ji bo hemû Sûriyan xakeke pîroz e. Lê Tirkiyê hemû pîvanên navneteweyî derbas bû hirmeta xaka Sûriyê bin pê kir. Niha jî şêniyan ditirsîne û wan di malên wan de topbaran dike. Armanc dagirkirin û koçberkirin e."

Remedan El-Rehal bang li civaka navneteweyî kir ku Tirkiyê û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxîne û pirsa rola Rûsya li hemberî êrişên li ser navçeya Eyn Îsayê çi ye kir. Remedan wiha domand: "Gelê Sûriyê wekî garantorê parastina herêmê li Rûsiya dinihêre, Rûsa bi pîvanên navneteweyî sûnd xwar ku garantorê sînorê Sûriyê be."

El-Rehal axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em şêx û rûspiyên eşîran di rêzekê de li pişta QSD'ê ne da ku tevahî xaka xwe biparêzin."

(fr)

ANHA