Artêşa Tirk depoya genim a Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê carê jî bi mebesta birçîkirina şêniyan û koçberkirina wan depoyên genim û bi taybet jî depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê hedef digire.

Artêşa Tirk depoya genim a Eyn Îsayê topbaran dike
23 mijdar, 2020   08:40
EYN ÎSA

Artêşa Tirk û çeteyên xwe bi armanca birçîkirina şêniyên herêma Eyn Îsayê, rojane depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê topbaran dike.

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê îsal derdora 5 hezar û 400 ton genim li depoya Mişêrfê bi cih kiriye.

Depoya Mişêrfê ku heta 12 hezar ton radike, 2 km dikeve bakurê Eyn Îsayê û 500 metreyan dûrî rêya M4`ê ye.

Li gundewarên kantona Girê Spî piştî artêşa Tirk depoyên Şerkerak, Dehlîz û Sexrat dagir kir, tenê depoya Mişêrfê di destê şêniyan de ma ye.

Ji destpêka artêşa Tirk û çeteyên xwe kantona Girê Spî û gundewarê navçeya Eyn Îsayê û rojhilatê wê dagirkir, herêma depo lê ne tê topbarankirin, di encamê de topbarana dawîn zirar gihand hilberînê.

Ji ber vê zirarê miqdareke genim bertelef bû û baran derbasî nava depoyê bû.

Mehane Eyn Îsa û gundewarên wê zêdetirî 500 ton ard bi kar tînin, anku derdora 650 ton genim dikin ard.

Hêjayî bibîrxistinê ku miqdarê genimê li depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê maye nêzî 3 hezar ton e.

(eh)

ANHA