Rojnameyên Erebî: Wezîrê Derve yê Sûriyê nêzî Îranê ye

Rojnameyên Erebî yê îro der barê erkdarkirina Fêsel El-Miqdad bo Wezareta Karên Derve yê Sûriyê de nivîsîn, her wiha têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa û rewşa Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên Erebî: Wezîrê Derve yê Sûriyê nêzî Îranê ye
23 mijdar, 2020   08:03
NAVENDA NÛÇAYAN

'EL-MIQDAD BÛ WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ ŞAMÊ'

Der barê geşedanên li Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Duh dezgehên ragihandinê yên fermî ragihandin ku Sûriyê diplomat Fêsel El-Miqdad ji bo Wezareta Karên Derve li şûna Welîd El-Muelim yê ku hefteya derbasbûyî mirî, hate erkdarkirin".

Serokatiya Sûriyê li ser hesabê xwe yê Telegramê got ku serok Beşar El-Esed sê biryar derxistin, li gorî wê Fêsel El-Miqdad ji bo Wezareta Karên Derve, Beşar El-Caferî cîgirê Wezîrê Karên Derve hatin erkdarkirin. Her wiha balyoz Besam Sebax jî weke nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî hate erkdarkirin. El-Miqdad (66 sal) ku weke dostên Îran û Çînê tê naskirin, ji sala 2006`an ve cîgirê wezîrê karên derve bû.

'ERDOGAN JI BO JI CEZAYAN BIREVE XWE NÊZÎ EWROPA DIKE'

Der barê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Serokkmarê Tirkiyê Racap Tayyip Erdogan roja yekşemê dîsa bi zimanê lihevhatinê bi Ewropa re axivî, ji ber ku dem nêzîk bûye, dê meclisa Ewropa yê mijara cezayên li dijî Tirkiyê gotûbêj bike. Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian gumanên xwe der barê gotinên Erdogan de diyar kir û got ku welatê wî li benda "kirinan e ne gotinan".

'LUBNANÎ SERXWEBÛNA XWE TÊK BIRIN'

Der barê rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan nivîsî: "Li Lubnanê rê li pêşiya avakirina hikûmetê hatine girtin û dosyaya siyasî sar bûye, di vê navberê de Amerîka û aliyên navdewletî girîngî didin mijara destnîşankirina sînorên Lubnanê yên başûr, dixwazin ev dosya bibe mijara serkeke ya Lubnanê.

Amerîka girîngiyeke mezin dide mijara destnîşankirina sînoran di navbera Lubnan û Israîlê de, ev jî tê wateya ku dê hîn zêdetir fişaran li Lubnanê bike.

Bi hatina salvegera roja serxweûna Lubnanê, dê erkdariya Seed El-Herîrî meha  xwe temam bike ku bêyî ku hikûmet 77`an a piştî serxwebûnê bête avakirin.

Li gorî siyasetmedarên Lubnanê, serxwebûna xwe "têk birin" û bê hikûmet pêşwazî kirin.

(kn)