Wezîrê parastinê yê Ermenistanê îstîfa kir

Çavkaniyên hikumeta Ermenistanê ragihand ku wezîrê parastinê yê Ermenistanê David Tonoyan îstîfa kiriye. Li gorî hinek raporên çapemeniyê yên netekezkirî dê şêwirmendê serokê hikumetê Paşinyan Vagarşak Harutyunyan bibe wezîrê parastinê.

Wezîrê parastinê yê Ermenistanê îstîfa kir
20 mijdar, 2020   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Arafot a Ermenistanê da zanîn ku wezîrê parastinê yê Ermenistanê David Tonoyan îstîfa kiriye. David Tonoyan ji Gulana 2018`an li ser vê erkê bû.

Li gorî hinek raporên çapemeniyê yên nepiştrastkirî, dê şêwirmendê serokê Ermenistanê Paşinyan Vagarshak Harutyunyan bibe wezîrê parastinê.

Her wiha zext li hikumeta serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan tê kirin da ku îstîfa bike. Bi hezaran xwepêşendêr banga îstîfakirina hikumetê dikin, piştî lihevkirina agirbestê ku di encamê de Azerbêcanê gelek deverên Qerebaxê kontrol kirin.

(şx)